Hecî Ehmedî û Zubeyîr Aydar çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê û ji wir bang kirin da ku bi çalakiyan têkoşîn were xurtkirin. Li aliyê din ji Swêdê jî rêveberên saziyan çûn serdana çalakgeran û destek dan wan û xwedî li daxwazên wan derketin.
Endamê Konseya Rêveber a Tevgera Civaka Azad û Demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Hecî Ehmedî, endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar û endamê Konseya Rêveber a KNK’ê Refîq Xefûr, çûn serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ku ev 65 roj in li dijî tecrîda li Îmraliyê di grevê de ne. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewrûpayê (KCDK-E) Yuksel Koç û endamê KNK’ê akademîsyen Kardo Bokanî pêşwaziya wan kir.
Hecî Ehmedî di dema serdanê de got, berxwedêrên greva birçîbûnê di çareseriya pirsgirêka Kurd de demeke dîrokî dane destpêkirin. Hecî Ehmedî anî ziman ku tecrîd wê bi berxwedanê bişikê û got, “Em pê bawer in ku ev çalakî wê bi ser keve.”
Bi yekîtiyê tecîrd dikare bê bidawîkirin
Zubeyîr Aydar jî bi bîr xist ku endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd di dîrokê de gelek caran ketin greva birçîbûnê û got, cara yekê ye ku ewqasî deng vedide: “Divê em dengê van hevalên xwe bigihînin her derê.”
Aydar got, yekane tişta ji bo çalakgerên greva birçîbûnê bê kirin ew e, ku ji bo serketina armanca wan, her kes bixebite û peyama, “gel wê tecrîdkirina Ocalan ji holê rake” da.
Çalakî li dijî komkujiyan e
Bi navê çalakgeran jî Yuksel Koç axivî û got, gel dizane ku tecrîdkirina Ocalan li çar parçeyên Kurdistanê tê wateya komkujî û êrişê. Koç diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, êriş û komkujiyên li parçeyên cuda yên Kurdistanê nasekinin.
Heta tecrîd bişike jiyan heram e
Duşemê ango doh li ser navê Navenda Civaka Demokratîk (NCDK) a Swêdê Ridvan Altûn, hevserokê NCDK a Stockholmê Latîf Cebe, û ji rêveberên NCDK´ê Cemal Akad û Salih Gok çûn serdana çalakgeran.
Serokê NCDK’ê Ridvan Altûn diyar kir ku ev çalakî berê dîrokê diguherîne û got, “Em ligel van mirovên qehreman in.”
Ridvan Altûn bang li Konseya Ewrûpayê û CPT´yê jî kir da ku bi erka xwe rabe: “Daxwaza me ji hêz û saziyên berpirsyar ew e ku daxwaza van mirovên alîgirê demokrasiyê bi cih bînin û tecrîdê rakin.
Ne îro be wê sibe tecrîd bişikê. Mesaja me ya ji bo cihanê ev e. Heta ku ev pêk were jiyan li me heram e.”
Bi navê çalakgeran Yuksel Koç jî bang kir ku bi çalakiyên girseyî berxwedana li dijî tecrîdê were mezinkirin û got, bi vî rengî berxwedan dikare bi ser keve.
STRASBOURG
21´ê Sibatê Êzîdî li ber CPT´yê ne
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan, Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat, Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan jî nav de, gelek saziyên Êzîdiyan ji bo çalakiya li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasbourgê bang kir.
Di daxuyaniya banga çalakiyê de saziyan got: “Ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev zêdeyî 3 mehan e ku bi pêşengtiya Leyla Guven berxwedana rûmetê tê meşandin û li tevahiya cihanê çalakiyên grevên birçîbûnê dewam dikin. Em sazî, dezgeh û partiyên Êzîdiyan û pêkhateyên wê piştevaniya berxwedêrên grevên birçîbûnê dikin.
Li ser vî esasî, ji bo azadiya Rêber Apo û jiyaneke bi rûmet em bangî tevahiya civaka Êzîdiyan dikin ku bi giyanê berxwedana dîrokî tevlî daxuyaniya li pêşiya avahiya CPT’ê ya li Strasbourgê bibin. Çalakî wê di 21’ê Sibatê saet di 10.00’an de li Avenue de l'Europe 1, 67000 Strasbourgê were lidarxistin."
NAVENDA NÛÇEYAN