PERVÎN YERLÎKAYA / STUTTGART

Ji berxwedêrên rojiya mirinê Erol Cengîz got çi dibe bila bibe wê çalakiya xwe bidomînin û bang kir.

Yek ji çalakgerên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 1’ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya xwe 30’ê Nîsanê veguherand rojiya mirinê, Erol Cengîz e ku ev 7 sal in li Hepsa bi Ewlekariya Bilind a Wanê ragirtî ye. Erol Cengîz 50 rojan li Hepsa Wanê bi tena serê xwe di hucreyê de hate hiştin.

Kekê wî Sedat Cengîz diyar kir ku roja çarşemê ew çûye serdana birayê xwe û got, “Min jê re got, ‘tu nikarî li ser piyan bimînî, tu gelekî zeîf bûye’. Wî ji min re got, rewşa wî baş e, hewl da moral bide min. Wî got, heta tecrîd bi dawî bibe, encam çi dibe bila bibe, ew ê çalakiya xwe bidomîne. Her wiha xwest, mirovên li derve, bibin dengê wan.”

Berxwedêr hêja ne divê tiştek bi wan neyê

Sedat Cengîz ji nebûna edaletê peyivî û got, “Pirraniya mirovên niha li Tirkiyeyê di hepsê de ne, bêguneh in. Yekane tişta em dixwazin edalet e û bidawîbûna tecrîdê ye. Bêyî ku tiştek bi kesî were, divê em bi hev re berxwedanê mezin bikin. Her kesa tevlî berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven bûye, hêja ye. Divê em nehêlin ku tiştek bi van mirovên hêja bê.”

Berxwedêr bi biryar in

Parêzerê Erol Cengîz ê pê re hevdîtin kirî jî, ji malbatê re got, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de, nebaş bûye û ji nava nivînan nikarin rabin. Parêzer diyar kir ku wî hevdîtin bi rêveberiya hepsê re kiriye û ji wan pirsiye ka li pêşberî vê rewşa giran wê çi bikin. Midûrê hepsê jî jê re gotiye, ‘ambûlans li ber derî ye’, lê belê berxwedêr dibêjin, ew ê destwerdanê ti carî qebûl nekin.”