
Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Mamosteyan di çarçoveya hemleya ″Serî Hilde″ çalakiya kon vegirtinê li dar xist. Çalakî wê 6 rojan dewam bike û wê ciwan di bin konî de çalakiya xwe bikin.
YCR û Yekîtiya Mamosteyan di çarçoveya hemleya ″Serî Hilde″ de li ser asta kantona Hesekê kon vegirtine. Konê çalakiyê li bajarê Dirbêsiyê doh hat vegirtin. Kon wê 6 rojan vekirî bimîne û wê rojane di bin kon de çalakiyên cuda yên wekî semîner, şano, axaftin û her wekî din derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê de werin lidarxistin.
Doh piştî ku kon hate vegirtin, bi dehan ciwanên ji kantona Hesekê beşdarî çalakiyê bûn. Di bin konê çalakiyê de piştî rêzgirtinê li ser navê rêveberiya YCRʹê axaftin hate kirin û hate gotin ku ciwanên Bakurê Sûriyê wê ji bo bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîda giran a li dijî Ocalan, bi hemû hêza xwe tekoşînê bikin.
Ciwanan ji bo parastina konê çalakiyê jî xebatên nobetdariyê dane meşandin û bi xwe parastina konê çalakiyê dikin.
HESEKÊ