
Baregeha çeteyan hilweşiya
Li aliyê din Navenda ragihandina YPG'ê da zanîn ku yekîneyên wan li dijî baragehên çeteyên ên derdora bajarokê Şêxler Tehtanî (El-Şiyûx) çalakiyên bi bandor li darxistine û wiha hate gotin: "Di van çalakiyan de jî 7 çete hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.Her wiha gelek çekek RBC, yek BKS, û yek Klaşînkov kete destê şervanên me." Li Eniya Rojhelat jî şervanên YPG li derdora gundê Ehmediyê çalakî pêk anîn û di encama vê çalakiyê de 8 çete hatin kuştin.Li gorî agahiyan, di pevçûnên li gundê Bîr Temihê jî 4 çete hatine kuştin. Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Qadisiyê bombeyek li ser riya çûnûhatina welatiyan bi cih kirine û di dema derbasbûna welatiyan de, bombe teqiya. Di encama teqînê de 2 welatiyên ji pêkhateyên Ereb jiyana xwe jidest dan û welatiyekî din jî birîndar bû.
4 cangorî sipartin axê
Li aliyê din bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyê 4 cangoriyên bi navê Firat Kobanê, Hogir Kobanê, Ferhad Talik û Xelîl Ebdî yên ku di pevçûnên gundê Cibnê yê rojavayê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan, li goristana şehîd Dijle spartin axê. Bi hezaran welatiyên herêma Kobanê ji bo cenazeyan wergirin, li pêş Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê kom bûn û darbestên ku bi alên YPG'ê hatibûn pêçandin wergirtin. Girseya gel bi karwaneke ji sedan wesayîtan ber bi gortistana şehîd Dijle ket rê. Welatiyan al, sembolên Kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û bê navber bi dirûşmên dilsoziya bi têkoşerên doza azadiyê re, qîriyan. Li goristanê marsîma oxirkirinê bi rêzgirtinê destpê kir. Li vir axaftvanan diyar kirin ku rewşa seferberiyê ya herêm tê de ye ji hemû kesî daxwaz dike ku tevlî nava refên YPG/YPJ'ê bibe û di çeperên berxwedanê de cihê xwe bigre. Piştî axaftinan girseya gel bi sloganan cangoriyên xwe sipart axê.
ANHA/KOBANÊ
Gundiyan çek rakir
Şêniyên gundê Cibnê yê li rojavayê herêma Kobanê ye û dikeve xetên pêş ên eniya şer, li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ`ê, tabûreke leşkerî ava kirin. Tabûra ku ji 18 salî heta 50 saliyê gelek kes tê de cîh digirin û di perwerdeya leşkerî re hatine derbaskirin, 24 saetan li her aliyên gund nobedariyê dikin. Gundê Cibnê 40 kîlometre dikeve rojavayê herêma Kobanê. Welatiyên gund li hemberî êrîşên muhtemel ên çeteyên DAIŞ`ê xwe wekî girûpên parastinê bi rêxistin kirin û li pişt hêzên YPG`ê sekinîn. Bi destpêkirina êrîşên DAIŞ`ê yên li ser herêma Kobanê re gelek ciwanên gunedê Cibnê ku şêniyên wê ji êla "Ilêdîn" in, tevlî nava refên YPG/YPJ`ê bûn û ji hêza parastinê daxwaz kirin ku wan perwerde bike, her wiha ji bo wan çek û cebilxaneya pêwîst peyda bike. Piraniya kesên ku ji gund ketin nava refên parastinê ji zilamên gund ên zewicî û xwedî mal, her wiha ciwanên ku di vê dawiyê de li ser banga seferberiyê vegeriyan gundê xwe ne. Piştî ku welatiyên gund perwerdeya leşkerî bi dawî kirin, tabûrek ava kirin û di nav xwe de welatiyek wek fermandar hilbijartin ku di demên parastinê de tabûrê bi rêve bibe.
Nobeta gund digrin
Bi ketina gundê Cbinê re, beriya her tiştî welatiyên bi çek û rext ku li herçar aliyên gund belav bûne û tevgerên çeteyan bi rêk û pêk dişopînin, bala mirov dikşînin. Welatiyên gund jin û zarok dûrî qadên şer xistin û bi tenê di gund de tevî çekên xwe man ji bo di her demê de amede bin. Ehmed Ebas yê 55 salî ku keyayê gundê Cibnê ye, çek hildaye û rexta leşgerî li xwe pêçaye, li ber welatiyên gundê xwe û zarokên xwe di nava tebûra gund de cihê xwe digre û perspektîvên xwe ji fermandarê tabûrê û fermandariya YPG`ê li herêmê wek her şervanên di çeperan de digre û êvaran derdikeve newbetên parastinê.
ANHA/KOBANÊ