Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de hat ragihandin ku her çend belgeyên li ser têkiliya Omer Guney bi Tirkiyeyê re hatine aşkerakirin jî lêpirsîn bi pêş ve naçe û ev rewş hat şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin û belavokên bi zimanê Elmanî hatin xwendin û belavkirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Destdan, çalakiya edaletê hat lidarxistin û hat xwestin ku komkujiya Parîsê bê ronîkirin. Di çalakiya li ber Sefaretxaneya Bilind a Fransayê ya li meydana Brandenbûrger Tor de, wêneyên her sê şoreşgerên jin, alên KJA û Rojava hatin hildan. Her wiha ji ber salvegera komkujiya Şengalê, çeteyên DAIŞ’ê hatin protestokirin.
HAMBURG