HAMBÛRG: Mîtînga li semta Altona ya Hambûrgê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Nûnera Meclîsa Jinê ya Rojbîn Bedîa Demîr dûre mafê axaftinê wergirt, piştperdeya cînayetê vegot û destnîşan kir ku her çend di ser komkujiyê re du sal û çar meh derbas bûne jî hînê kesek nehatiye darizandin, ev yek nayê qebûlkirin.
MUNCHEN: Li bajarê Munchenê jî çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin. Girseya gel a li ber konsolosiya Fransayê civiya, ji hikûmeta Fransayê xwest ku kiryarên rastî yên komkujiyê ji raya giştî re aşkera bike û wan derxîne pêşberî dadgeriyê. Di çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Jinên Kurd a Munchenê û YXK Munchenê ve hat organîzekirin de peyama "Ji Cansiz, Dogan û Şaylemez re soza me heye; heta komkujî ronî bibe çalakiyên me wê dewam bike." Di çalakiya ku wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin hilgirtin de belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
FRANKFÛRT: Li bajarê Frankfûrtê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara, li ber konsolosiya Fransayê çalakiya 'edaletê' hat lidarxistin. Çalakî li Bokûnhaîme Warte bi beşdariya bi dehan kesî pêk hat. Jinan pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" vekirin û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hilgirtin. Jinan destnîşan kirin ku ew ê her hefte ji bo hesabpirsînê çalakiyên xwe dewam bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN