Çalakiya herî dirêj a Tevgera Azadiyê 7 salên xwe temam dike. KCDK-E bang li hevserok, nûner û endamên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî dike ku 25´ê Hezîranî li Strasbourgê tevî wan nobetê dewr bigirin.
Çalakiya herî demdirêj û bê navber a gelê Kurd û a li dinyayê, Nobeta Azadiyê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ye. Ev nobet sala xwe ya 7´an diqedîne. Bi vê rasthatinê bi pêşengiya KCDK-E´yê 25´ê Hezîranê, tevî nûner û hevserokên saziyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê, wê nobeta azadiyê bi komeke mezin bê girtin.
Vê çalakiya hanê 25´ê Hezîrana 2012’an dest pê kiribû. Çalakî va ye 7 salên xwe bi beşdariya Kurdistaniyên ji herêmên cihê yên Ewrûpayê temam dike. Daxwaza sereke ya çalakiyê azadiya Ocalan e. Di dema nobetê de doza gelê Kurd, komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û sîstema Îmraliyê jî tê ravekirin. Muxatebên çalakiyê Konseya Ewrûpa, CPT û Parlamena Ewrûpayê ne.
Heta bi azadiya Ocalan em nobetê digirin
Çalakiyê hingê bi slogana “Heta bi azadiya Rêber Apo em nobetê digirin”. Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) bi rasthatina qedandina 7 salan a çalakiyê, û bi destpêka sala 8´an a çalakiyê de daxuyaniyek da. Wê got, di erefa çalakiya greva birçîbûnê ya mezin û çikandina tecrîdê de, ev çalakî dikeve sala 8´an û wiha dewam kir: “Bi berxwedana dayikên laçik spî berxwedana dîrokî mezin bû û bi desthilata faşîst gav bi paş ve da avêtin. Rêberê mirovahiya pêşverû Rêber Apo bi deklarasyona 2´yê Gulanê ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê çareserî diyar kir û hêviyeke mezin li tevahiya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê peyde kir. Muxatebê çareseriyê Rêber Apo ye. Ji bo ku ew rola xwe rabe, bivênevê divê ew azad be. Azadiya wî jî ji bo her kesê doza çareserî û demokrasiyê dike, wezîfeya herî esasî ye.”
25´ê Hezîranê ew nobetê dewr digirin
Li ser van gotinan, KCDK-E´yê da zanîn ku divê têkoşîn bi biryardarî dewam bike: “Çalakiya nobetê bi vê maneya xwe amûreke muhim a têkoşînê ye. Ew ê bê mezinkirin û dewam bike. Bi vê rasthatinê 25´ê Hezîranê tevahiya hevserokên hemû welat, federasyon, meclîs û saziyên ser bi KCDK-E´yê û nûnerên jin û ciwanan wê saet 11´an daxuyaniyekê bidin tevî dostên xwe. Bi vê daxuyaniyê ev kes wê nobeta ku 7 salên xwe qedandin, dewr bigirin. Hevserok wê di navbera 25-29´ê Hezîranê de nobetê bigirin.
Di vê mohletê de her roj wê çalakî hebin, li aliyekî wê banga azadkirina Birêz Ocalan bê kirin û li aliyê din jî wê bê xwestin ku di şert û mercên azad de karibe bijî û bixebite. 29´ê Hezîranê wê çalakiyeke girseyê bê kirin, û nobet dewrî koma nû bê kirin. Weke KCDK-E´yê em bang li hemû hevserokên saziyan, nûnerên saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî û keseyatan dikin, bila 25´ê Hezîranê saet 11´an beşdarî Nobeta Azadiya ji bo Rêber Apo bibin û bibin hevparê çalakiyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN