AXÎN VIYAN

Hevrê û heval Sarya Onur di sala 1995´an de li navçeya Serdeştê ya girêdayî Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk dibe. Rastiya têkoşîna gelê Kurd a ku ji fîlmê şehîd Berîtan temaşe dike di jiyana wê de rê li serdemeke nû vedike û lêgerîna jiyana azad ji wê gavê şûn ve destpê dike. Hêj di zarokatiya xwe de bi kiryarên dijmirovî ya rejîma Îranê re rû bi rû tê û ji ber vê her tim berê xwe dide quntarên çiyayan lewra hembêza çiyayên bilind her demî ji bona zarokên agir û rojê cîhên herî ewle ne. Lê belê wê çaxê hêj ji nêz ve Tevgera Azadiyê nas nedikir lewra ji bona ku nasnekin pêşî li wan dihat girtin, di wateya herî rast de pêşiya naskirina Kurdbûnê bendên bilind dihatin avakirin lewra hêzên tarî ji rêxistinbûna gelê Kurd ditirsiyan. Hezkirina hevrê Sarya bi çiyayên Kurdistanê re hîn di zarokatiya wê de destpê dike. Bêyî çiyan nikare rojeke xwe jî derbas bike. Bi ruhê zarokatiyê re her tim berê xwe dide çiya, dileyîze û bayê azadiyê carekî din berê wê dide lutkeyên zinaran. Di nava hembêza çiyayan de çavê xwe li cîhanê vedike, zarokatiya xwe derbas dike, ti carî dûrî çiya nakeve lewra hezkirin û girêdaneke mezin di navbera wê û çiyan de hebû. Di şerê 2011´an de dema ku hevrê û hevalên wek; Sarya, Egîd, Şahan û Têkoşer digihîjin bêmiriniyê wê demê hevrê Sarya jî biryara tevlîbûnê dide.

Di jiyana bi rûmet de bi israr bû

Her ku di nava jiyana gerîla de felsefeya Serok Apo dinase û hembêz dike weke ku ji nû ve ji dayîk bibe pir bi coş beşdarî nava jiyanê dibe. Piştî ku li çiyayên azad digihîje hevrêtiya herî rast wê çaxê hestên xwe yên destpêkê wiha bi wan re parve dike; “Dema ku min berê xwe da nava refên azad wê demê min dît ku rûyê rast a dîroka gelê me ne bi awayê ku dijmin nîşanê me daye.” Ji ber vê yekê bi kelecaneke mezin aliyên jiyanê yên nû hembêz dike, cudabûna jiyanê dibîne. Exleq û çanda Tevgera Azadiyê bandoreke mezin li wê dike. Her ku Rêber Apo dinase pê re, hêza ku di cewhera jinê de jî dinase. Di nava pergala Îranê de dewlet ti carî destûr nedida jinê da ku hêza xwe bibîne berovajî di her qada jiyanê de jin tine dihat hesibandin, bi navê namûsê dihat kuştin, heta mafê axaftinê jî tine bû. Lê ev bi çavê zarokekê mêyzekirina li jiyanê bû, di rastiyê de li her derê cîhanê jin bi tinekirina cewhera xwe re rû bi rû bû ji ber vê yekê berxwedaneke mezin hewce dikir. Heval Sarya jî zarokatiya xwe di nava pergaleke wiha zordest de derbas dike lê êdî ne dil ne jî mejiyê wê, kiryarên rejîma Îranê nedipejirand lewra biryara jiyaneke nû dabû. Dema ku rastiya felsefeya jiyana azad bi Rêber APO re dinasî, li têkoşîna azadiya jinê kûr dibû wê çaxê fêm dikir ku wê biryara herî rast a ji bo hebûna xwe daye. Gav bi gav bi hêza jinê re mezin dibû, misyon dida xwe. Rêberê gelê Kurd kiribû hêzeke wisa li cem jinê peyda bibe; xwe bi xwe rêve dibir, biryar digirtin û ji bo hebûneke bêdawî di eniyên herî zehmet de li ber xwe dida. Bi ramanên Rêber Apo, hevrê Sarya jî jiyaneke bi rûmet hildibijart û di serxistina vê jiyanê de jî bi israr bû.

Hevaltiya PKK’ê di wataya hebûnê de bû. Hevaltî; jiyan e, parastina nirxên têkoşînê ye, ji ber vê dilsoziyeke giranbûha bi gelê Kurd, jiyana gerîla, çiya û Tevgera Azadiyê re çêdike. Bi taybetî hevaltiya mezin ya PKK’ê ya ku bi ruhê; Kemal, Mazlum, Zîlan, Sema û hezaran şehîdên dilpak ve hatibû avakirin girêdaneke bêdawî bi çiyayên Kurdistanê re çêdikir. Wek jineke di lutkeyên çiyayan de wateya azadiyê ji dil de hîs dikirin û ji gava yekem şûn ve ew ti carî nedikarîn jê qut bibin.

Çiya; dergûşa Sarya hejandibû, çiya hevrêya wê ya herî nêz a zorakatiya wê bû, çiya di rêwîtiya ber bi Bakurê de jî wê parastiba û her tim wek nefeseke nêzî wê ma bû. Xeyalên hevrê Sarya bi naskirina jiyanê re hîn mezintir dibû. Sînorên di nava pergala Îranê de ji bo wê û ji bo gelê Kurd hatibûn çêkirin yek bi yek hildiweşiyan û ronahiya ramanên Rêber Apo wek rojê dilê wan germê dikir. Êdî rêya jiyanê zelal bû, ji bilî serkeftinê û azadiyê rêyeke din a jiyanê tine bû, ji ber vê yekê heval Sarya jî ti carî li pêşiya xwe sînor nedanîn, di temenekî ciwan de barên herî giran yên jiyanê û rêveberiyê rakir. Di rastiyê de rukenî ji bo wê çalakiya herî mezin ya jiyanê bû, lewra bi kenê xwe yê ji dil ve hemû tarîtiya ku li ser jiyana azad xwe danîbû, perçe perçe dikir. Ev jî çalakiya wê ya herî serkeftî bû. Lê ti carî qîma xwe bi vê asta xwe neanî, lewra dixwest berê xwe bide Bakurê Kurdistanê, rastiya gelê Kurd ji nêz ve binase, bi çandên wir ve bibe yek. Dîroka gelê Kurd bi berxwedanên bêhempa re tijî bû ji ber vê heyecana naskirin û dîtina vê yekê roj bi roj di dilê heval Sarya de mezin dibû. Ji bona xwegihandina armancên xwe diviyabû wek gerîlayeke jin dil û mejiyê xwe jî qehîm bikira, lewra bi dijminekî xedar re rû bi rû bûn. Bi vê têgihiçtinê êdî dem hatibû ku berê xwe bide Botanê. Botan warê; Egîd, Ezîme, Adil û Gulbaharan bû. Wargehên ku fermandarên afirîner û bi nirx tê de mabûn wê hêj ji gelek qehremanên dîrokî re hevaltî û malovanî kiribû. Hevrê Sarya jî yek ji wan berxwedêran bû ku bi destpêkirina rêwîtiya Herokolê heyecaneke bêhempa li cem peyda dibû. Gelek hevrê û hevalên wê bi xwesteka çûyîna Bakur re gihîştibûn şahadetê lê wek hesretekê di dilê wan de mabû lewra di destpêka rêwîtiya xwe de hestên wê wiha bilêv bibûn; “Divê xeyalên hevrêyên xwe bi cîh bînim û di armanca xwe de heta dawî bi israr bim.”

Ew evîndareke bedew e

Keyfxweşiya rêwîtiyê xwe digihand asîmanên bedew û di awazên bilbilan de weke kilamên evîndariyê dihat ziman. Di rastiyê de dîrokê evîndarên jiyanê radigihand gerdûnê, lewra heqîqet di dilê wan de vedijiya. Stêrkeke din digihîje asîmanan. Ew evîndareke bedew e, ew ji Serdeştê heta Herekolê evîndariya xwe vedibêje. Ew Sarya Onur e…