Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Parlementera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven ev 16 roj in di greva birçîbûnê de ne.
Nûnerên partiyên siyasî, rêxistin û gel serdana çalakiyê dikin û piştgiriyê didin çalakvanan.
Çalakvanê civaka sivîl Nehro Ellayî li ser armanca çalakiyê axivî û got, çalakiya greva birçîbunê ya li Başûrê Kurdistanê girîng e.
Çalakvan Selam Kemal jî got, pêwîst e rêxistinên civaka sivîl yên Başûrê Kurdistanê, ji bo bidestxistina mafên rewa piştgiriya hemû çalakiyên medenî yên li dijî faşîzmê tên kirin bikin.
ROJNEWS/HEWLER