Heyva Sor a Kurd, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Tevgera Çand û Huner, bi boneya Roja Cihanê ya Zarokan rêzeçalakî dabûn destpêkirin.
Çalakiyê 20‘ê Mijdarê dest pê kiribû û sê rojan dewam kir. Çalakî li dibistanên kantonê hat lidarxistin, lê ji ber rewşa hawayî ya ne guncaw, çend rojan hat rawestandin.
Çalakî doh li dibistaneke navçeya Til Rifetê bi dawî bû.
Bi sedan xwendekar ku resm û navê Efrînê li ser rûyê xwe xêz kiribûn, beşdarî çalakiyê bûn.
Mamosteya Zimanê Kurdî, Rehşan Sîzar, Roja Cihanî ya Zarokan pîroz kir û got, zarokên Efrînê ji ber êrişên dewleta Tirk ji mafê xwe bê par mane. Rehşan malavahiya komîteya amadekar kir ku ev çalakî bi rêxistin kiriye û zarok şad kirine.”
Paşê koma govendê ya zarokên kampa Berxwedanê, dîlanên xwe pêşkêş kirin. Endamên Heyva Sor a Kurd şanoyeke bi navê “Mafê min e ez bilîzim” pêşkêş kir. Şano encama êrişên li dijî Efrînê ya li ser zarokan rave dike. Di dawiya çalakiyê de koma stranan a zarokên kampa Berxwedanê stran gotin, beşdaran jî li ber van stranan govend gerand.
ANHA / ŞEHBA