
Li ser navê koma 2'yemîn a ji 55 jinan pêk hatibû Rewan Kobanî axivî û koma sêyem silav kir. Rewan, bi bîrxist ku hîn jî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xeber nayê girtin û wiha got: "Ev 48 roj in agahiya me ji Rêberê me tune ye. Tecrîta li ser Rêberê me didome û her ku diçe dişidînin. Weke jinên Wargehê emê çalakiya xwe berdewan bikin." Rewan Kobani di axaftina xwe de bang li dewlete Tirk û CPT'yê kir û xwest ku tecrîta li ser Rêberê PKK'ê tê meşandin bê rawestandin. Koma ku ji 70 jinan pêk tê bi çepik û tîlîliyan girev wergirt û dest bi greva birçîbûnê kir.
MEXMÛR
Li Cizîrê tecrît hate şermezar kirin
Di pêşengiya BDP'a Cizîrê de astengkirina li pêş hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re û operasyonên leşkerî dê li Cizîr bi meşekê bê şermezarkirin.
Serokê BDP'a navçeya Cizîrê Esat Malçok, li pêş avahiya BDP'ê daxûyanî da û diyar kir ku dê her çarşem û şemiyê çalakiya runiştinê pêk bînin. Malçok, da zanîn ku heta tecrida li ser Ocalan ranebe û operasyonên leşkerî û siyasî ranewestin dê li Cizîrê her tim çalakiyan pêk bînin. Malçok, bala gele Botanê kişand ser çalakiya çarşemê ku îro pêk bê û anî ziman ku dê saet 17.00'an de li pêş avahiya BDP'ê çalakiya xwe pêk bînin. Malçok, ji her kesî xwest ku beşdarî meşa îro bibin û li dijî tecrîd û operasyonan dengê xwe bilind bikin.
ŞIRNEX