
Komek ji rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêr dest bi greva birçîbûnê kirin.
Nêzî 500 kesên ku li pêşiya avahiya KE ya li Strasbûrg a Fransayê kom bûn, li pêşiyta avahiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) daxuyaniyekî ya çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandina ser grevên birçîbûnê yên li zîndanên Tirkiyeyê didome. Nûnerên saziyên Kurd ên li Ewropa, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal, gelek rewşenbîr û akademîsyen beşdarî çalakiyê bûn.Di çalakiyê de bi zimanê Fransî, Kurdî û Tirkî daxuyanî hate xwendin, bal kişandin ser greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li girtîgehê Tirkiyeyê ku ketiya roja 58’an û gihiştiye asta kirîtîk. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku gelek parlementerên HDP’ê nûnerên saziyên Kurdan ên li jêr banê KCDK-E’yê ketine greva birçîbûnê û daxwaz jî wiha hatin rêzkirin:
* Divê Tirkiye girîngiyê bide daxwazên meşrû yên girtiyên di girtîgehan de,
* Divê CPT bi awayekî lezgîn biçe kontrola girtîgehên li Tirkiyeyê,
* Divê Konseya Ewrûpayê bi lez têkiliyê bi rêveberiya Tirkiyeyê re deyne.
ANF/STRASBOÛRG