Kurdên Elmanyayê bênavber li çalakiyên xwe berdewam dikin. Li paytexta Elmanya Berlînê jî roj nîne ku bi awayekî Kurd û dostên wan dernekevine qad û kolanan û bang û qêrîna aştî û azadiyê nekin. Herwisa çalakiya konvedanê ya ku li pêş Parlamena Elmanyayê ji bo du mehan hatî destpêkirin her hefte rojên çarşem, pêncşem û înan saet di navbera 12.00 û 20.00 an de bênavber tê lidarxistin. Di çalakiya li paytext Berlînê de her hefte ji bajar ango eyaleteke Elmanyayê mêvanin beşdar dibin û destek didine girseya Kurd a li Berlînê.


Koma Hamburgê çalakî dewr girt

Di çalakiya vê hefteyê de Kurdên Hamburgê tevli bûn û destek dan çalakiyê. Koma ku di nav wan de rêveber û endamên Meclîsa Gel a Hamburgê jî amade bûn kêfxweşiya xwe ya ji bo peywendiya girseya rengrengî ya li pêş Parlamentoya Elmanyayê anîn ziman. 

Yek ji rêveberên meclîsa gel a Hamburgê Alî Ûlger derbarê çalakiyê de ji rojnameya me re axivî: Em ji bo protestokirina terora dewleta Tirk û AKP ê hatîn. Ev çalakiyeke pir bi wate ye, li vir li pêş Parlamentoya Elmanyayê em bi kon, ala, sembol û pankartên xwe ve derdê xwe nîşan didin û merêma xwe vedibêjin. Rewşa Tirkiye û ya Kurdistanê li pêş çavan e, lê divê em baştir bi mirovên cîhanê bidin fêmkirin.  Gelê me bi komkujiyekê dijwar re rûbirû ye, Serokê me di bin tecrîteke barbar de ye, Erdogan û AKP li serê Kurdan, Tirkan û tevahiya gelan bûne bela, divê em van derfetan baş bikarbînin. Ji bo vê jî ez bang li hemû Kurdên Berlînê û yên li Elmanyayê dikim bila tevli van çalakiyan bibin û keda xwe tevli keda hevalên çalakger bikin. Vaye dewleta Tirk her diçe ber bi felaketetê ve diçe, divê em bi têkoşîna xwe ve têkçûna dîktator Erdogan û AKP ê bileztir bikin, ez bawer im temenê wan ne hinde dirêj e.”



YEKO ARDIL/BERLÎN