Operasyonên li herêmê zêde dibin li gel gumanan dibe sedema bertekan. Li hemberî sêgoşeya Lîce, Pasur û Dara Henê bi tevlî bûna sedan kesan çalakiya mertalên zindî hatibû destpêkirin. Hevseroka KCD‘ê Aysel Tugluk, Endama Lijneya Koordînasyona KCD’ê Ayla Akat Ata, Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, endamên Dayîkên Aştiyê, Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, şaredarên BDP’î, Şaxa ÎHD’ê ya Amedê, Odeya Tabîban a Amedê, Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê, rêveberên Komeleya 78’an a Çewlîkê û bi sedan kesan gihiştin herêma operasyonê. Mertalên zindî pêr li çoltarê gundê Hedîkê yê Lîceyê nobet girtin û duh serê sibehê ber bi herêma operasyonê ve dest bi meşê kirin. Mertalên zindî nêzî 13 kîlometreyan meşiyan û hatin herêma duh operasyon pêk hat Girê Ristam ê li ser sînorê Lîce û Dara Henê.
Operasyon rawestiya
Bi sedan kesên di nav de gelek kesên pîr jî hene bi slogan û tîlîliyan hatin çoltarê di navbera Dara Henê û Lîceyê yê pevçûn lê qewimî. Mertalên zindî li herêmê tevgera leşkerî nedîtin û dîtin ku operasyon rawestiyaye sloganên “Em dê bi berxwedanê qezenc bikin”, “Bijî serok Apo” û “PKK gele gel li vir e” berz kirin. Gundiyan diyar kirin ku li herêmê duh tevgera helîkoptean berdewam dikir û leşker dianîn herêmê lê ji ber çalakiyê dest pê kir operasyon rawestiya. Li herêmê mertalên zindî daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevseroka Rêxistina BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut têkildarî mijarê de axivî û wiha got: “Gelê me got ‘Ji bo rawastandina operasyonan em dê bibin mertalên zindî’ Me jî ji bo operasyon bên rawestandin nobet girt. Ev nobet bersiva operasyonan e. Hikumeta AKP’ê dît ku em xwedî li zarokên xwe derdikevin û ji bo mirinan bidin rawasetandin dê bibin mertalên zindî. Êdî li ku de rê çêbibe em dê bibin mertalên zindî.”
‘Peyamên me zelal in’
Piştî Zumrut Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk spasiyên xwe pêşkeşî çalakvanan kir û wiha got: “Ev çalakî pir girîng bû. Peyamên hatin dayîn zelal bûn. Hatina dayikên me yên ligel zehmetiyan pir cuda bû. Em li ser vê erdnigariyê gelek êş kişandin. Zarokên me hatin kuştin. Ew ji bo azad bijîn li hember zilmê îsyan kirin û têdikoşin. Ji ber ku tiştên li vî gelî re rewa hatin dîtin qebûl nekirin berê xwe dan çiyayan. Têkoşîneke birûmet nivîsin. Me pir êş kişand lê em nêzî azadiyê ne. Ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û dayikên gerîla û leşkeran hestiran nebarînin aştî ferz e. Têkoşîna me ji bo aştiyê ye ji bo ev xwin bê sekinandin e. Hatna me ya vê derê jî çalakiyeke wijdanî û exlaqî ye.”
Tugluk got ku gel êdî bêyî ku xwîn birije çareserî dixwaze û wiha axivî: “Birêz Abdullah Ocalan ligel tecrîda li ser ji bo çareseriya aştiyane hewl da. Got werin em biaxivin çareser bikin, nasnameya,zimana vî gelî heye. Destê aştiyê û biratiyê me dirêj kir lê kes negirt. Bersiva wan operasyonên leşkerî û siyasî bûn. Plansaziyek hikûmetê ya aştiyê nîn e. Dewlet ji siyaseta înkarê israr dike. Divê ku ji bo mirinan bêjin êdî bes e. Ev gel êdî nikare mirinan û êşan qebûl bike. Em bang li hikumetê dikin; bi operasyonan nikarin biçin tu cih. Bi vîna gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi Qendil û BDP’ê rûnên û muzakereyan pêk bÎnin. Operasyonên leşkerî û siyasî bisekinin. Ji bo aştiyê divê Ocalan azad be. Ev gel dixwaze bi statu û bi nasnameya azad bijîn. Bi awayekî xweser. Dixwaze van bigire bin ewleya qanûnî. Heta ku ev pêk neyin j ime re behsa aştiyê nekin. Serokwezir dibêje ‘çekan deynin em operasyonan bisekinin’. Planek te ya çareseriyê tune ye. Êdî tu nikarî bi van gotinan gel bixapîni. Dewra berê çû ev gel veguherî.”
Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû. Li aliyê din koma duyem ku dê ji Amedê biçûya ji berk u agahiya operasyon bi dawî bû girtin neçûn.
DÎHA/AMED