SAFIYE ALAGAŞ / JINNEWS/STENBOL
Endama Lijneya Weşana Rojnameya Jineps, Serap Canbek diyar kir ku ziman hîmê esas yê çand û nasnameyê ye û got, ziman ruhê miletekî îfade dike, bi zimanê dayikê axaftin jî çalakiyeke bi rûmet e.
Jineps dengê Çerkezan e û ji 2005’an ve mehane derdikeve.
Serapê got, rewşa zimanên Adîgeyî, Abazî û Çeçenî gelekî xerab e û bi hinek kursan hewl didin ku ev ziman tine nebin: “Di 2012-2013’an de qanûna der barê perwerda zimanê dayikê de hat derxistin. Lê ji bo pol bên vekirin divê kontejan 10 kes bin. Li cihên ku zêde Çerkez lê hebûn, elaqe nebû. Li gorî min ev xapînok bû. Niha li herêmên Çerkez lê, kurs tên vekirin. Li hinek bajaran navendên perwerda gel tên vekirin. Yanî bi rastî jî zêde hêviyê nade.”
Serapê got li gorî peymanên navneteweyî divê dewlet zimanan bikin bin garantiyê û mafê zimanê dayikê mafê herî mirovane ye: “Ziman der barê rabihuriyê de her tiştî dihewîne. Ziman ruhê gelekî ye. Çand, nasname her tiştî ziman radigihîne.”
Serapê xwest dê û bav bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin: “Em dizanin bi zimanê xwe Çerkezî biaxivin. Lê mixabin malbat naxwazin zarokên wan bi Çerkezî xwe bilî bikin. Axaftina bi zimanê dayikê çalakiyeke bi rûmet e.”