Li bajarê Metz ê Fransayê, Modena yê Îtalyayê û Bern ê Swîsreyê bi wesîleya 8’ê Adarê çalakî hatin lidarxistin.  Li bajarê Metz ê Fransayê, tevî astengiya faşîstên AKP’yî jî, bi şiyara ‘Jiyana azad wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve’ çalakiya 8’ê Adarê hat lidarxistin. Li bajarê Modena yê Îtalyayê bi wesîleya 8’ê Adarê çalakî hat lidarxistin. Piştî nirxandina wate û girîngiya 8’ê Adarê, qisekeran bal kişandin ser girîngiya referandûma 16’ê Nîsanê. Di vê çarçoveyê de komîteyên xebatên hatin avakirin. Li bajarê Bern ê Swîsreyê, semîner û hevpeyvînek li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin.


 METZ