Li Qamişlo daxuyanî
Li Qamişlo jî bi dehan jin li ber navenda Perwerde û Hişmendiya Jinê kom bûn û daxuyaniya Yekîtiya Star a derbarê 8'ê Adarê de xwedin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jin ji destpêka desthildariya mêr ku nêzî 3 hezar sal pêk hatiye li berxwe dide û dê li ber xwe bide. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêwîste jinên Rojava 8'ê Adarê li gorî rumeta wê pîroz bikin û wiha dom kir: '' Emin yên bidestxistina fkir û felsefeya Rêber APO wergirtine, Rêberê me beşek mezin ji firk û edebiyata xwe daye jinan û ew kiriye şervan, siyasetmedar û zana.'' Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku jinên kurd bi taybet û jinên Sûriyê bi giştî vê dê rewşên wekî yên wekî wan welatan qebûl nekin û dê ji bo armanca xwe ya misogerkirina mafê jinên Sûriyê di destûra Sûriya nû ya demokratîk de têbikoşe.''
Wezaretê pîroz kir
Wezareta Jinê ya Herêma Efrînê 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û xwest têkoşîna azadiyê ya jinan xurt bikin. Wezareta Jinê ye Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê, bi rast hatina 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha dewam dike: "8 ê Adarê bi taca azadiya jinan mîna lehîyan bi coş biherikînîn qadan. Beranberî koletiya bi hezaran salan, ku feşîzmê jin mina mertala, helandina çand û dîroka azadiyê bi kartinîn. Bi yêk deng û reng, bi yek daxwaza ala azadiyê li esmana cîhana xwe li ba bikin. Dahola şoreşa azadiyê layiqê hemû jinan e." Wezîaretê di dawiya daxuyaniya xwe de roja 8´ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir.
ANHA/QAMIŞLO