
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê çalakî lidar xistin.
BORLANGE/OREBRO: Li bajarên Borlange û Orebor yên Swêdê, di çarçoveya kampanya “Li dijî mêtîngeriyê em jin hene, li her derê ne” ya TJK-E de, 2 panel hatin lidarxistin. Endama Saziya Jineolojiyê ya Brukselê Necîbe Qeredaxî beşdarî panelê bû û 8’ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz kir. Qeredaxî her wiha jinên Şengalî yên ku li ber zext û êrîşkariya PDK’ê disekinin, silav kir. Qeredaxî da xuyakirin, ku armanca bingehîn a vê kampanya wan, ku li dora felsefeya ‘Xwebûn’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket holê, naskirina xwe bi xwe ya jinê ye. Her wiha ji jinan hat xwestin, ku di referandûma 16’ê Nîsanê de bi dengekî bilind bêjin ‘NA’.
LOZAN: Li bajarê Lozan ê Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, di çarçoveya 8’ê Adarê de bi beşdariya 100 kesî çalakiyek lidar xist. Piştre bi rêya sînevîzyonê, şîdet, destavêtin, destdirêjî û zordariya dîktatoriya AKP’ê li jinan dike, hatin nîşandan. Di çalakiyê de her wiha şanoyek bi navê “Nan û Gul” hat pêşkêşkirin. Çalakî bi gerandina govendê qediya.
VIYANA: 8’ê Adarê li paytexta Awûstûrya Viyanayê jî hat pîrozkirin. Şeva li vê derê ji aliyê Komeleya Jinên Kurd AVESTA ve hat organîzekirin û jinên Kurd bi kincên xwe yên gelêrî reng dan pîrozbahiyê. Berdevka TJK-E Dilşah Osman piştî deqeyeke rêzgirtinê li vir axivî. Ji bo jina Kurd Nîna ya li paytext Viyana dijî, planeta rûmetî ya AVESTA hat dayîn.
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan, Meclîsa Jinê ya HDK-Berlîn û Meclîsa Jinê ya PYD Berlîn, li ser 8’ê Adarê panelek lidar xistin. Panel ji aliyê Kûdret Işik ve hat birêvebirin û Hevberdevka HDK-Berlîn Mehtap Erol, Nûnera Meclîsa Jinê ya Berlînê Dest-Dan Sûsanna Rasslîng û endama TJK-E Nûpel Mûnzûr weke qiseker beşdar bûn. Qiseker li ser girîngî û wateya 8’ê Adarê sekinînin û ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya li Berlînê banga tevlîbûnê kirin. Di dawiya axaftinan de lîstika şano, govend hatin pêşkêşkirin û Hozan Zohre Kûrtalan û Mûstafa Acioglû derketin ser dikê.
MOSKOVA: Li Moskowayê di çalakiya 8’ê Adarê de berxwedana Şengalê hat silavkirin Jinên Kurd ên bi wesîleya 8’ê Adarê li Moskowayê li hev civiyan, bal kişandin ser hevkariya PDK-AKP’ê û gotin, “Çeteyên PDK’ê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwedekirin, bi êrîşa li dijî Şengalê re dixwazin berxwedana Kurdan bişikînin.”
NAVENDA NÛÇEYAN