Çalakiyên çandî ji bo Bariş Çakan
Bi dirûşmeya “Êrişa li dijî Bariş Çakan êrişa li dijî ziman û çanda Kurd e” Yekitiya Ciwanên Şoreşger a bajarê Hesekê bi koordîneya Navenda Xabûr a Çand û Hunerê re çalakiyek ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a faşîst li dijî Kurdan û çanda wan li dar xist.
Çalakî li seyrangeha Kawa li taxa Miftî hat lidarxistin. Cihê çalakiyê bi wêneyên Rêber Apo, têkoşer Qasim (Kasim) Engîn û şehîd Bariş Çakan ê ku ji hêla komek Tirkên faşîst ve hatiye qetilkirin, hat xemilandin.
Li ser navê Komîteya Amadekar a Desteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Hesekê, Alan Bêkes got, “Ev çalakî hat lidarxistin, bi navê Bariş ê ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve, ji ber ku guhdarî muzîka Kurdî dikir, hate kuştin. Ew bûyer encama siyaseta Erdogan a sûcdar ji bo tinekirina zimanê Kurdî û çandina Kudan e. Lê çendîn hewl bide nikare nasname û zimanê me veşêre ji ber ku me di vê erdê de şax berdaye.”
Di çalakiyê de stranên gelêrî ji çanda Kurdan hatin gotin. Çalakî wê hîna 3 rojên din bidome. Di çarçoveya wê de semîner wê bên dayîn, helbest bên xwendin û stranên gelêrî bên gotin. ANHA/HESEKÊ