Di çalakiyê de, komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd hat destpêkirin hat şermezarkirin. Parêzer Brîtta Eder li vir peyivî û diyar kir, ku divê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê, ji ber sûcên xwe yên şer bên darizandin.

Dûre Hevseroka Tevgera Azadî Komelgeh Kurdistan Şîlan Şakir mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku mîna komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê, bi qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re hatiye xwestin, vîna azadiyê ya gelê Kurd bê şikandin û destnîşan kir, ku ev yek wê ti carî bi ser nekeve. Şakir got, „Roj wê bê, berpirsyarên hovîtiyê wê werin darizandin û cezakirin.“ 


Banga ‘bêdeng nemîne’ hat kirin

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara û KJAR’ê, ji bo şoreşgerên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, çalakiya edaletê hat lidarxistin.

Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê ya li Bokûnhaîme Warte de, jinên ji bajarên Frankfûrt, Hanaû û Offenbachê amade bûn.

Di çalakiyê de wêneyên jinên li Parîsê hatin qetilkirin û pankarta bi nivîsa „Em Komkujiya Parîsê ji bîr nekir, em ê nedin ji bîr kirin“ hatin hilgirtin. Jİnan bêdengiya dewleta Fransayê ya li pêşberî komkujiyê, şermezar kirin.   


 HAMBURG/STRASBOURG