
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayan şêva din li ser rêya Amedê di encama kontrolkirina rê de 3 leşker girtine û li Dêrsimê jî muteahîdek binçav kirine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên bi navên Ramazan Başaran, Hadî Îzlî û Reşat Çeçan ji aliyê gerîlayan ve hatine binçavkirin û wiha hat gotin; “Di 6’ê Tebaxê de di navbera Amed û Çewlikê li nêzî qereqola Korxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên ji îznê vedigeriyan ji aliyê gerîlayên me ev hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên HPG’ê li navçeya Dêrsimê rê kontrol kirine û di encamê de muteahîdek binçav kirine. Der barê çalakiyê de wiha hat gotin; “Di 6’ê Tebaxê de di saet 16.00’an de di navbera Dersim û navçeya wê Pulurê, 3 km nêzî Pulurê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye birîn. Di encama çalakiyê de muteahhîdê şîrketa Medka ya avakirina qereqolan girtiye ser xwe, Adem Ekelek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin.”
Li Colemêrgê bombebaran
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku di 5’ê Tebaxê de di saet 05.00’an de li navenda Dersimê li dijî Rojdere, Nîrîk û Geliya Şehîd Serbestê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin û got; “Herweha di van bombebaranan de bi taybet bombeyên şewate jî hatiye bikaranîn. Di encama van êrîşan de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 6’ê Tebaxê de li navçeya Gevera Colemergê li dijî Girê Şehîd Gafûr û herêma Mambenê ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “ Di 6’ê Tebaxê de ji saet 16.00’an heta 7’ê Tebaxê danê nîvro li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Geliyê Nîrkola, Neqeba Masîro, herêma Ranya Pîrê, Navserên Ewliya û Quntarên Gostê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Li dijî Alaya Bilîcanê çalakî
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gerîlayên HPG’ê di 6’ê tebaxê de li dijî Alaya Bilêcanê çakakiyek li dar xistine û wiha hat gotin; “Di 6’ê Tebaxê de di navbera saet 05.00-12.00’an de li navçeya Çelê ya Colemergê Alaya Bîlîcanê ji aliyê gerîlayên me ve bi bandor hatiye lêdan. Li herêmê hîn jî êrîşên gerîlayên me berdewam dike. Herweha hejmara kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”
Li Elbakê çalakî
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê aşkere kir ku gerîlayan li Elbakê jî çalakiyek li dijî leşkerên artêşa Tirk li dar xistine û ev agahî da; “Di 6’ê Tebaxê de di saet 23.15’an de li navçeya Elbaka Wanê li li dijî 20 leşkerên li Girêberana ya ewlekariya qereqola Xanasorê digire, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê herêm ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bê ser û ber hatiye gulebarankirin.”
Bombebaran didomin
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê êrîşên hewayî ûtopbaranî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê (HPM) de jî ev agahî da: "Ji 6’ê Tebaxê û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî hemû herêma Zapê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi navber bi hewan Geliyê Zap û herêma Garê yên li ser xeta sînorê Colemêrgê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi balefirên şer hatiye bombebarankirin. Ji 4’ê tebaxê ve tevahiya herêma Zapê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk ve bi obîs û hewanan hatiye topbarankirin. Êrîşên li ser herêmê hîna jî berdewam dikin.”
ANF/BEHDÎNAN
Li dijî karwanê leşkerî çalakî: 3 mirî, 3 birîndar
Gerîlayên HPG’ê doh saetên danê nîvro de li dijî karwanê leşkerî yê ji bajaroka Rûbaroka Şemizînanê diçû qerqola Şepatayê çalakiyek li dar xistin û di encamê de herî kêm 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin di saetên danê nîvro de gerîlayên HPG’ê li dijî karwanê leşkerî yê ji bajaroka Rûbarokê diçû qereqola Şepatayê li rastî çalakiya gerîlayên HPG’ê hat û di encamê de herî kêm 3 leşker mirin û 3 jî birîndar bûn.
ŞEMZÎNAN