
Li Şemzînan a Colemêrgê ku artêşa Tirk bi operasyonên tund dixwaze pêngava gerîlayan asteng bike çalakiyên gerîlayan bê navber berdewam dikin.
Navenda Têkilî -Ragihandina HPG'ê diyarkir ku gerîlayan li 3 qadên cucda yên girêdayî Şemzînanê çalakî pêk anîne û di çalakiyan de 3 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.
Navenda Têkilî -Ragihandina HPG'ê bibîr xist ku roja 7'ê Tebaxê de di saetê êvarê de li dij qereqola Harûna ya girêdayî Şemzînanê çalakiyeke gerîlayan pêk hatiye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelek çeper û avahiyên girêdayî qereqolê bûne hedefa gerîlayan. Hate ragihandin ku hejmara wandahiyên artêşa Tirk ne hatiye tesbît kirin û piştî çalakiyê herêm ji bi helîkopteran hatiye bombebaran kirin.
Her wiha hate diyarkirin ku di heman rojê de saet di 08:30'ê Sibehê de karvanê leşkerî yê xwest ji Rûbarokê biçe Şemzînanê di navbera gundên Şapata û Hordîn de bûye hedefa gerîlayan. Navenda Têkilî-Dagihandina HPG'ê derbarê çalakiyê de ev agahî dan: "Hate tesbît kirin ku 2 leşker mirine, 4 jî birîndar bûne. Karvanê leşkerî yê bû hedefa gerîlayan heta derengê şevê li herêmê rawestiya."
Hate diyarkirin ku qada çalakiyê ji aliyê artêşa Tirk ve bi topên obus û hawanan hatiye bombebaran kirin.
Îstasyona radyolînkê bû hedef
HPG'ê her wiha diyar kir ku dîsa di 7'ê Tebaxê de saed di 19:00'an de yekîneya leşkerên nobedarê stasyona radyolînkê ya li nêzî gundê Şapata yê Şemzînanê bûye hedefa gerîlayan û di çalakiyê de leşkerek miriye. Hate hînbûn ku heman herêm jî piştî çalakiyê ji aliyê leşkeran ve hatiye bombebaran kirin.
HPG'ê ragihand ku qadên mîna Çiyayê Gorsê, Girên Ewliya û Derbosaka Ewliya ji aliyê balafirên şer ve pêr di saetên nîvro de hatine bombebaran irin.
Li Geverê helîkopter hate derba kirin
Navenda Têkilî -Ragihandina HPG'ê têkildarî tevgera artêşa Tirk a li herêma Geverê de jî agahî dan û ragihand ku hêzên leşkerî ku xwestine li qadên Oramar û Şitazîn'ê bicîh bibin li rasta çalakiya gerîlayan hatine û wiha hate gotin: "Di 7'ê Tebaxê, saet di 18:00-18:30'an de bi 5 helîkopterên Skorski amûrên leşkerî birin qereqolên Oramar û Şitazînê. Li dij van helîkopteran çalakiya gerîlayan pêk hat û bi darbekirina helîkopterekê hêzên artêşê neçar mane paş ve vekişin."
Li Elkê 3 leşker hatin kuştin
Navenda Têkilî -Ragihandina HPG'ê ragihand ku li herêma Elkê ya Şirnexê ku gerîlayan çalakiyên kontrolkirina rêyan berfireh kirine jî şer derketiye û di encamê de 3 leşker hatine kuştin. Hate ragihandin ku le ser rêya Elkê û Mezrayê gerîlayan di navbera saet 16:00-17:30'an de kontrola rê pêk anîne û piştî kontrola nasnema rêwiyan derbarê pêvajoyê de gel hatiye agahdarkirin. Hate ragihandin ku hêzên artêşê ku xwestine bi bi rêya bejayî û hewayî mudaxeleyî herêmê bikin rasta çalakiya gerîlayan hatine û helîkoptereke kobra li herêma Germez û Sineklî Meydanê hatiye darbe kirin. Her wiha panzerek jî ji aliyê gerîlayan ve hatiye rûxandin. Navenda Têkilî -Ragihandina diyar kir ku di encama van çalakiyan de herî kêm 3 leşker mirine û operasyona li herêmê jî berdewam dike.
Çelê tê bombebaran kirin
Hate hînbûn ku li Çelê ya kontrola herêmê di destê gerîlayan de ye jî hêzên artêşê pêr 17 saetan bê navber bombebaran kirine. Hate ragihandin ku herêmên herî zêde hatine bombebaran kirin Geliyê Zap, Hînê, Helwesîs, Garê, Ertûş û Çiyayê Reş in. Her wiha dîsa hate diyarkirin ku bi bombebaranê re şewata li herêmên Hînê û Helwesîsê dest pê kirine hên ajî didomin.
ANF/BEHDÎNAN