
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê der barê şer û pevçûnên li bakûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-STAR’ê ya li Geverê pêk hat de 8 leşker hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku li Miksa Wanê 2 çawişên pispor û 2 cerdevan, û li Şemizînanê jî 2 leşker hatin kuştin.
HPG'ê der barê çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de wiha got: “Di 10'ê tîrmehê de di saet 12.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Oramarê di navbera leşkerên artêşa dagirker a Tirk ên xwestiye li dijî Girê Şehîd Rehîme operasyonê lidarbixe û gerîlayên me yê YJAStarê pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûna 2 saetan berdewam kirî de 8 leşkerên dijmin ji hatine kuştin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.”
HPG’ê da zanîn ku di 9'ê Tîrmehê di navbera navçeyên Colemêrg û Şemzînanê pevçûn derketiye û di encama vê pevçûnê de 2 leşker hatine kuştin, wesayiteke zirxî ya akrep jî derbe xwariye.
HPG’ê diyar kir ku di 9'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim-Erzinganê li derdora Tevneşê ji aliyê gerîlayan ve rê hatiye kontrolkirin Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 10'ê Tîrmehê de di navbera saet 19.00-20.30'an de li ser riya Dersim-Erzinganê li derdora Kozmerik ji aliyê gerîlayên jin ên YJAStarê rê hatiye kontrolkirin û ev agahî hatin dayîn: “Di wesayitên hatiye rawestîn de nasname hatine kontrolkirin û di derbarê pêvajoyê de agahî hatiye dayîn.Riya heta dotira rojê girtî maye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi daxistinan hatiye vekirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku ji 9'ê Tîrmehê û vir ve li Dersimê li dijî herêmên Harçik, Rojdere û Kirmizidagê ji aliyê artêşa Tirk bi navber bi helîkopterên kobrayan tê bombekirin.
HGP’ê diyar kir ku di 10'ê Tîrmehê de di saet 21.30'an de li navçeya Lîceya Amedê li dijî Fermandariya Tûgayê û Girê Guvenlikê çalakî lidarxistine û di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
HPG’ê da zanîn ku di 6'ê tîrmehê de di saet 20.30'an de li navçeya Miksa Wanê di navbera yekîneyên kontra û gerîlayan ve pevçûnek qewimiye û wiha hate gotin: “Di encama pevçûna heta saet 00.30'an berdewam kirî de rêhevalê me heta guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û bombeya xwe di xwe de teqandiye û gihîştiye şahadetê. Di encama vê pevçûna heval Dijwar (Hasan Algor) şehîd ketî de 2 çawuşên pispor, 2 cerdewan hatine kuştin, çawuşeke pispor jî birîndar bûye.”
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got ku di navbera navçeyên Bazîd û Giyadîna Agiriyê li dijî Çiyayê Tendurekê û navçeya Qaxizmana Qersê li herêma Çemçê ji aliyê artêşa Tirk bi yekîneyên veşartî kemîn tên vedan.
ANF/BEHDÎNAN