Piştî amadekariya 3 mehan, şêwekar û wênesazên Efrînê çalakiyeke çandî li Kantona Şehbayê li dar xist. Di vê çarçoveyê de wan pêşagehek vekir, helbest xwendin û belgefilm nîşandan.

Çalakiya ku dê 3 rojan dewam bike, doh bi vekirina pêşangeheke şêwekariyê dest pê kir. Di Pêşangehê de 22 tabloyên cihêreng ku ji aliyê 3 jinên ciwan, şêwekar Ardelan Ibrahîm û Henîf Hemo ve hatibûn xêzkirin, hatin daliqandin. Wêneyên pêşangehê balê dikişîne ser bûyerên kuştin, êriş, wêrankirin û derketina bi darê zorê ku bi dagirkeriyê re li Efrînê rûdan.

Li gorî şêwekaran armanca vê gavê bipêşxistina warê çandî li Efrînê û dengevdana Berxwedana Serdemê ye.

Li dijî zilmê ji bo hêviyê

Di çalakiyê de 3 helbestvanan bi Kurdî helbestên li ser azarên şêniyên Efrînê û berxwedana şervanên YPG û YPJ`ê li hember dagirkerên Efrînê, xwendin. Di dawiya roja yekemîn a çalakiyê de filmek li ser zilm û stemkariya li dijî Efrînê, ku behsa bombebaran, şer, komkujî û wêrankirina şaristanî û şûnwaran hat nîşandan.

Li ser mijarê şêwekar Erdelan Ibrahîm got, "Destpêkê derfetên me tine bûn ku em wêneyan xêz bikin, me bi amûrên pêwîst û besît dest pê kir. Amadekariyên vekirina vê pêşangehê 3 mehan dewam kir. Tabloyên me balê dikişîne ser êş û berxwedanê û peyamek e ji cihanê re ku em ê radest nabin û hertim li ber xwe bidin." Helbestvan Mihemed Welîd li ser naveroka helbestan got " Helbestên me li ser berxwedana 58 rojan, kuştina li Efrînê pêk hatiye û hêviyên vegera li Efrînê ne."

Çalakî îro û sibe jî dewam bikin.

 

 ANHA / ŞEHBA