Kurdistaniyên li Hambûrgê êrîşên qirker ên rejîma AKP’ê protesto kirin. Çalakger pêr êvarê li Hachmannplatzê hatin cem hev û piştî xwendina danezanê dest bi meşê kirin. Polêsan destwerda meşê, lê li ser hewldanên parlemanterên eyaletê yên Partiya Çep, Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer meşê dest pê kir. Jinan wêneyên Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin, rakirin. Çalakvanan bi çalakiya rûniştinê rêya li derketina Monckebergstrasse jî li çûnûhatinê girt û heta Jûngfernstîegê meşiyan.

Di axaftinan de ji hikûmeta Elmanya hat xwestin ku li dijî rejîma faşîst a desthilatdariya Erdogan xwedî helwêst be. Çalakgeran herweha xwest tecrîdakirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê bidawîkirin. 

Di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûna meşa roja Şemiyê ya li Parîsê hat kirin. Otobusên li herêma Hambûrgê wê saet 21.00’ê ji Winsenê, 22.00’an jî ji ZOB’ê bidin rê.


Gara trênê hat dagirkirin

Li bajarê Elmanyayê Nurnbergê jî Kurdistaniyan Stasyona Trenê ya Nurnbergê dagir kir, qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê protesto kir.

Çalakiyê ji ber xwe pêş ket û bi tevlîbûna gelek rêxistinên civaka sivîl û kesên serbixwe mezin bû. 

Çalakî rastî elaqeyeke mezin hat. Stasyon bi dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Piştevaniya Navneteweyî”, “Qatil Erdogan”, “Bijî Têkoşîna Hevpar”, “Bijî YPS” lerizî.  


NAVENDA NÛÇEYAN