Ji bo şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkriin, li Hambûrgê çalakiya lêgerîna li edaletê hat lidarxristin. Di mîtîngê de Kurdan destnîşan kirin, ku ew ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo darizandina kiryaran bernedin.
Di mîtînga li taxa Altona de ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Rojbîn ve hat lidarxistin, ji ber salvegera komkujiya Şengalê mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Her wiha bal hat kişandin ser berxwedana PKK’ê û rêxistinbûna Êzidiyan a li Şengalê.
Li Frankfûrtê bi daxwaza edaletê çalakî hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Meclîsên Jinê yên Amara Sara û Nûjîn ve hat organîzekirin. Di çalakiya li ber Konsolosxaneya Fransayê de her wiha Qirkirina Şengalê hat şermezarkirin û Şoreşa Rojava hat silavkirin. Jinan xwestin derhal edalet bi cih bê û diyar kirin, ew ê li hemberî bêdengiya Fransayê bênavbera çalakiyan lidar bixin.
Şengal jî bi bîr anîn
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, komek ji çalakeran li ber Konsolosxaneya Fransayê li hev civiya û çalakiya ji bo edaletê lidar xist.
Di çalakiyê de taloqkirina rûniştina dadgehê ya li ser Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin û hat xwestin, kiryar bên darizandin. Di çalakiyê de ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin.
HAMBURG/DENHAG