Li Efrînê çalakiya ciwanan
Konfidrasyona Xwandekarên Kurd ên Welatparêz a Herêma Efrînê jî bi daxwuyaniyekê kiryarên rêjîma Îranê şermezarkirin. Bi dehan şagirtên peymangeha Viyan Amara û yên dibistanên din ên li Herêma Efrînê li ser daxwaza Konfedrasyona Xwandekarên Kurd ên Welatparêz, li pêşiya peymangeha Viyan Amara civiyan û çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de şagirtan alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêmê û Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, wêneyên Têkoşeran û pankartên bi nivîsên ku çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Îranê şermezar dikin hildan. Daxuyanî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana girtiyan bi dawî bû.
ANHA/CIZÎR