Meşa li Wuppertalê ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin, li pêş Cîty Arkadenê dest pê kir. Beriya meş dest pê bike, hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Wûppertalê Savci Azar jî li vir axivî.

Azar bal kişand ser betalkirina destnedana parlamenterên HDP’yî û operasyonên li Bakurê Kurdistanê û got, “Bi rakirina destnedana parlamenteran re hewl didin vîna gelekî tine bikin. Heman şerê li Kurdistanê dimeşînin, hewl didin li Ewrûpayê jî bixin meriyetê. Li her derê hewl didin provokasyonan çêkin. Em bi awayekî bang li gelê xwe dikin: li her devera em lê, em ê li ber xwe bidin, tê bikoşin û rê nedin van çeteyan. Ji ber ku em gel in. Gelê Kurd xwedî partî û rêberekî ye. Kes nikare vîna gelê Kurd bişikîne.” Piştî axaftinê girse meşiya û bi vegera li meydanê re çalakiya xwe bi dawî kir.


‘Kes nikare bêdeng bike’

Li Ulmê jî bi heman armancê Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Hewldana Meclîsa HDK-Ûlmê mîtîngek li dar xist. Mîtîng li navenda bajêr bi dirûşma “Kes nikare HDP’ê bêdeng bike” pêk hat û li ser navê saziyan Medenî Sonmez axivî. Sonmez diyar kir ku parlamenterên HDP’ê nûnerên gel in û işaret bi bêdengiya Ewrûpayê ya li hemberî vê êrişa antî demokratîk kir. Sonmez got, “Li dijî rakirina destnedanê û êrîşan, em hemû HDP’yî ne.” 


 WUPPERTAL / ULM