TOÛLOÛSE: Li bajarê Fransa Toûloûse Komîteya HDP'ê ya Hilbijartinê ya ji Kurdistanî û Tirkiyeyiyan pêk tê, çalakiya piştgiriyê lidar xist. Di çalakiya li Salona Şaredariya Saînt Jean de bi qasî 400 kes amade bûn. Partiya Sosyalîst, Partiya Komunîst a Fransayê û Partiya Antîkapîtalîst a Nû destek dan çalakiyê. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş jî da xuyakirin ku hilbijartin xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, "Li dijî zîhniyeta AKP û Erdogan a dixwaze desthilatdariya padîşahiyê bixe meriyetê, mûxalefet wê benda ji sedî 10'an derbas bike û dawî li vê zîhniyeta yekperestiyê bike. Wê serhihilatdariya AKP û Erdogan bi dawî bibe." Çalakî bi stranên Çetîn Zîlan û hunermendên herêmî bi dawî bû.
MANNHEÎM: Li bajarê Almanya Mannehîmê jî pêkhateyên HDP'ê bi beşdariya zêdeyî 2 hezar kesî çalakiyeke piştevaniyê lidar xistin. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Halîs Dogan axaftina vekirinê kir û destnîşan kir ku HDP wê di 7'ê Hezîranê de bi ser bikeve. Li ser navê Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Dennîs Ûlaş û Gokay Akbûlût axivîn û desteka partiya xwe ya jib o HDP'ê anîn ziman.
Namzeta HDP'ê ya parlamenteriyê û Cîgira Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan jî li çalakiyê axivî û anî ziman ku yekane partiya li hember AKP'ê disekine HDP ye. Di çalakiyê de Koma Reng, Ozan Zarîfe Zerrîn û Xelîl Xemgîn derketin ser dikê.
FREÎBÛRG: Li bajarê Lahr ê bajarê Elmanya Freîbûrgê, demokratên Kurdistanî û Tirkiyeyî şevek piştgiriya ji bo HDP'ê lidarxistin. Ji Freîbûrg, Lahr, Offenbûrg, Kehl, Mullheîm û derdora wê bi qasî du hezar kes beşdarî şevê bû. Di şeva piştgiriyê ya ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Freîbûrgê û Komeleya Çanda Kurd a Lahr ve hat organîzkirin de namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Tûrgût Oker û Selma Irmak axivîn.
GRAZ: Kurdên ji Anatoliya Navîn ên li bajarê Awûstûrya Grazê dijîn, şeva destekkirina HDP'ê bi dirûşma "Em benda hilweşînin" lidar xistin. Di şevê de namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Îbrahîm Can û Leyla Guven, parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Bêrîvan Aslan axivîn. Di şevê de Hawar Komo, Serbilind Kana, Memo Gelo, Nûarîn, Osman Yilmaz û Dogan Bîçer derketin ser dikê. Şev bi gerandina govendê bi dawî bû.
MONTPELLÎER: Li bajarê Fransa Montpellîerê jî ji bo destekdayîna HPD'ê civînek bi mijara hilbijartinê hat lidarxistin. Di civîna li salona Partiya Komunîst de namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Mûşê amade bû û axaftinek kir. Işik di civîna bi beşdariyeke xurt de diyar kir ku di 7'ê Hezîranê de du rê li ber gelên Tirkiyeyê ye; ya wê wê bi jiyaneke azad her kes bi nasnameya xwe li welatê xwe bîr û baweriya xwe bi awayekî azad bijî, yan jî feraseta dîkta ya yekparêziyê bi dijminatiya li baweriyan wê dizîtî û desthilatdariya xwe dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN