Li bajarê Elmanya Frankfurtê, bi armanca destekkirina gelê Kantona Kobanê û hêzên YPG/YPJ'ê yên li dijî êrîşên çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê li ber xwe didin, meş û mîtîngek hat lidarxistin. Meş û mîtînga ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê ve hat organîzekirin. Di meşa beriya mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Bila êrîşên li dijî Kobanê bên rawestandin", "Jin û zarokên Kurd li Kurdistan û Sûriyeyê bi awayekî hovane tên qetilkirin" hatin hildan û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qîrîn. Li paytexta Swîsre Bernê jî Kurd meşek lidarxist. Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Bernê hatin cem hev, li Helvetiaplatzê hatin cem hev û heta parlamenta Swîsreyê meşiyan. Li vê derê bi zimanê Elmanî daxuyaniyek hat dayîn û piştre li ser navê PYD'ê Rûhat Kobanê axivî. Kobanê da xuyakirin ku êrîşa niha li dijî Kobanê tê kirin êrîşa li hemberî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku Kurd wê heta dijminê mirovahiyê DAIŞ tine bibe, şer bike. Mîtîng li dû axaftinan bi dirûşman bi dawî bû. Li aliyê din li bajarên Jona û Solothorn ên Kantona St Gallen ên Swîsreyê jî, ji bo Şengal û Kobanê stand hat vekirin. Li bajarên Elmanyayê Hamburg, paytext Berlîn, Hannover, Koln, Nurnberg, Saarbrucken, paytexta Fransa Parîs, Marsîlya, Rennes, paytexta Avursturya Viyana û bajarê Qibrîsê Lîmasolê çalakî hatin lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN