Li bajarê Elmanya Hildesheimê konê xwedîderketina li Şengalê hat vedan. Çalakiya ku ji roja Duşemê û vir ve dewam dike, wê roja Înê bi dawî bibe. Li konê li ber peykerê Huckup ê li Schuh str. hat vedan, wêneyên hovîtiya DAIŞ'ê û afîşên agahdarkirinê hatin daliandin û nêzî 2 hezar belavok hatin belavkirin. 15'ê Tebaxê jî li Peine meş tê lidarxistin. Li bajarê Elmanya Mannheimê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê kon hat vedan û mîtîngeke girseyî hat lidarxistin.

Li girseya gel belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin û ji bo gelê li Şengalê bi drama mirovahiyê re rû bi rû ye, alîkarî hat komkirin. Li Paradeplatzê kon hat vedan. Li bajarê Giessenê jî, Meclîsa Giessenê û Meclîsa Jinê ya Berçem çalakiya kon a sê rojan lidar xist. Li konê li navenda Giessenê hat vedan pankarta bi nivîsa "Li hemberî komkujiya li Şengalê bêdeng nemîne" hat daliqandin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û çalakî bidawî bû. Li Frankfurtê jî Meclîsa Jinê ya Amara çalakiya kon a du rojan lidar xist. Li konê li Hauptwache hat vedan banga xwedî derketina li Şengalê hat kirin. Çalakî piştî xwendina belavokê bi dirûşmeyan bidawî bû.Li bajarê Elmanya Munchenê, li dijî êrîşên DAIŞ'ê çalakiya nobedê ya 10 rojan hat destpêkirin.

Li Fransa çalakî
Kurd û dostên Kurdan yên Başurê Rojavayê Fransayê  dijîn bi armanca ku êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar bikin û berxwedana hêzên parastina Kurdistanê slav bikin vê hefteyê dadikevin kolanan. Agahiya dem û cihên çalakî li wan bêne lidarxistin wiha ye:
Rochefort: 15’ê Tebaxê în, ber şaredariyê, saet 17:00'an de
Bordeaux: 15’ê Tebaxê în, ber şaredariyê saet di, saet 18:30'an de
Bayonne: 16’ê Tebaxê şemî, ber şaredariyê, saet 11:00’an de
Toulouse; 16’ê Tebaxê şemî Cumartesi, Place du Capitole, saet 14:00’an de.

 NAVENDA NÛÇEYAN