Li Silêmaniyeyê, ji bo şermezarkirina tecrîdê, bi pêşengiya Tevgera Azadî çalakiya nobedê destpê kir. Li Çemçemalê jî meşek hat lidarxistin û daxuyanî hat dayîn.

Tevgera Azadî duh li Parka Nalî ya li Silêmaniyeyê, ji bo du rojan konê nobedê veda. Hevserokê Tevgera Azadî yê Silêmaniyeyê Hecî Azad li ser çalakiyê axivî û bang li gelê li Başûrê Kurdistanê kir ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibe. Azad diyar kir, ew ê ji niha û pê ve çalakiyên xwe li her çar alî dewam bikin.


Bang li raya giştî ya navneteweyî

Di daxuyaniya li ser navê Rêxistina Tevgera Azadî ya Silêmaniyeyê de hat gotin, “Dewleta Tirk bi tecrîdê bersivê dide têkoşîna demokrasî û aştiyê ya Rêberê me. Banga me li raya giştî ya navneteweyî ye; divê li pêşberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng nemînin. Girîng e raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ya însanî rabin. Em dixwazin tecrîd derhal bê rakirin û Ocalan azad bibe.”


Li Çemçemalê li dij tecrîdê çalakî

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê jî, tecrîd bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. Meş ji aliyê Tevgera Azadî, RJAK û Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê ve hat organîzekirin û bi sedan kes tevlî bûn. Li dû meşa li navenda navçeyê daxuyaniyek hat dayîn. Hevseroka Tevgera Azadî ya Kerkûkê Rihan Hemedî li vir axivî û got, rabûna li ber tecrîda li ser Ocalan erka bingehîn a welatparêziyê ye. Hemedî ji gelê Başûrê Kurdistanê xwest bi ruhê seferberiyê xwedî li Ocalan derkeve.

Hemedî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û got, “Pêwendiya van êrîşan yekser bi tecrîdê heye.”

Hemedî da zanîn, ku tecrîda li ser Ocalan dewama polîtîkaya tinehesibandina Kurdan e û got, “Em ê ti carî vê qebûl nekin. Îro, sibe, dusib, heta azadiya Rêberê me em ê çalakiyên xwe bidomînin.” 


 ANF/SILÊMANIYE