Li Koln a Elmanyayê, tevî baranê jî her roj bi sedan Kurdistanî û endamên Yekîtiya Hêzê, çalakgeran ziyaret dikin. Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan ve tê organîzekirin, di roja 5. de ye. Di çarçoveya çalakiyê de, danê nîvro çalakiya rûniştinê tê lidarxistin û dewleta Elman a ku siyasetmedarên Kurd Bederttîn Kavak, Ahmet Çelîk, Mehmet Demîr û Alî Ozel girtiye, şermezar dikin. Çalakgeran bang li hikûmeta Elman kirin ku tavilê siyasetmedarên Kurd serbest berde.

Endamên MLKP'ê yên ji roja destpêkê ve di nava çalakgeran de cih digirin, komkujiyên dewleta AKP'ê yên li Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gelê Cizîrê silav kirin.


Meşa destekkirina xwerêveberiyê

Li Hannoverê, bi armanca destekkirina xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê hatin ragihandin, Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meşekê lidar dixe.

Der barê meşê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin û hat gotin, "Zîhniyeta dewleta T.C a faşîst, bi destê hikûmeta AKP'ê û Erdogan, êrîşên xwe yên li hemberî gelê Kurdistanê didomîne. Em bang li gelê xwe dikin, ku vê zilma li gelê welatparêz, demokrat û şoreşgerên li Tirkiyeyê tê kirin şermezar bike û ji bo xwedîderketina li berxwedana gelê ma ya li dijî vê zilmê, beşdarî meşa me bibe."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên nîjadperestî yên bi destê AKP'ê li Ewropayê tên kirin û hat ragihandin, ku di meşê de wê ev êrîş jî werin şermezarkirin. Meş wê di 19'ê Îlonê Şemiyê saet di 15:00 de li OpernPlatzê destpê bike.


Li Azingê terora AKP’ê hat şermezarkirin

Kurdistaniyên li navçeya navçeya Azingê ya bajarê Saratov ê Rûsyayê dijîn, ji bo êrîşên terora AKP’ê û dewleta Tirk şermezar bikin li pêşiya Mala Çanda Kurdî çalakiyek lidar xistin. 

Di çalakiya ku doh hat lidarxistin de endamê Komîteya Gel Mûrad Şêxo axivî û got: "Hikûmeta AKP’ê bi hemû hêza xwe dixwaze li Bakurê Kurdistanê îradeya gel bişkîne. Em jî wek gelê Kurd ên li Azingê dijîn, vê terora AKP bi kîn û nefretek mezin şermezar û lanet dikin.”

Di berdewama çalakiyê de endamê Mala Çanda Kurd Hisên Osmanov jî axaftinek kir. Osmanov di axaftina xwe de diyar kir ku êdî gelê Kurd reş û spî ji hev derdixe.Çalakiya ku alê PKK’ê, KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin piştî axaftinan, bi sloganên “Qatîl Erdoxan”, Bijî Berxwedana gel” û “Bijî Serok APO” ve bi dawî bû. 


 NAVENDA NÛÇEYAN