Gerîlayên HPG û YJA-Starê bi çalakiya xwe ya li Bazîdê ku tê de 79 eskerên artêşa Tirk hatin kuştin, hemleya newrozê dan destpêkirin û bi xistina balafirên bê mirov li Êlih û Amediyê dewam dike.

Li Kurdistanê meha Adarê meha Newrozê ye. Ango meha berxwedanê ye. Hêzên Parastina Gel HPGê û gerîlayên YJA-Starê bi çalakiya li navçeya Bazîd a Agiriyê pêkanînê dest bi pêvajoya biharê kirin. Di çalakiya gerîlayan de 2 otobus û maşîneke tîpa kobra hatin îmhakirin û bi giştî 79 eskerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Di heman demê de doh û pêr, dîsa li Rojava bi giştî 3 balafirên bê mirov ên Artêşa tirk hatin xistin. Ji vê jî diyar dibe ku wê îsal di qada leşkerî de qonaxeke nû li Kurdistanê were dîtin.

Li Amediyê dronek hat xistin

Balafirek bê mirov ya artêşa Tirk doh li Dihokê hat xistin.

Li gundê Çeqe yê navçeya Amediya ser bi Dihokê, balafirek bê mirov ya dewleta Tirk hat xistin.

Hema piştî xistinê, balafirên şer ên dewleta Tirk li ser herêmê firiyan.

Du roj berê jî balafira bê mirov a bi nav “Bayraktar 2TB” li Batmanê hatibû xistin.

Bayraktar TB2 dema xwestibû dakeve Baregeha dewleta Tirk a li Batmanê hatibû xistin û li nava zeviyekî ketibû û dîmenê wê şewitî jî di çapemeniyê de cih girtibû.

Qendîl û Xakûrkê hatin bombekirin

Li aliyê din, HPG’ê diyar kir 10’ê Adarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên hewayî ya 10’ê Adarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“10’ê Adarê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Balafirên şer saet di 12’an de qada Kalatûka, Girên Savaş û Hîva yên Qendîlê, saet di 13’an de qada Goşîne ya herêma Xakurkê û saet di 16’an de jî qada Sinînê ya herêma Xakurkê bombe kirin. Ji ber êrişê li herêma Xakurkê 3 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”

QSD: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

QSD’ê ragihand ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de dronek, wesayîteke leşkerî û doçkayek hatiye rûxandin, 3 leşkerên Tirk jî hatine kuştin.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“5’ê Adarê li herêma Eyn Îsa droneke çeteyên dagirker ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

7’ê Adarê artêşa dagirker û çeteyên wê xwest êriş bibin ser gundên derdora rêka M4 a navdewletî. Di encama bersivdayîna hêzên me de şer qewimî. Di encama şer de 3 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî û doçkayek hatin rûxandin. Di vê şerî de şervanekî me şehîd bû û şervanekî me jî birîndar bû.

Artêşa dagirker û çeteyên wê li herêmên Til Temir û Eyn Îsa fealiyetên keşf û bombebaranê bê navber dewam dikin.”