Yekîneyên Tolhildanên li Stenbol û Amedê li dijî polîsan û nokeran çalakî kirin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî, Şehîd Alîşer Konya û Şehîd Sorxwîn Roboskî li ser çalakiyên rojên dawî kirin daxuyanî dan.
Daxuyanî wiha ye:
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî: 20’ê Adarê endamên me li taxa Kûmkapi ya navçeya Fatîh a Stenbolê li dijî komeke ku li qatê 3’emîn a avahiyeke 4 qatî bi zorê fûhûş dida kirin çalakî kirin. Di encama çalakiyê de welê li avahiyê hat ku êdî neyê bikaranîn.
10’ê Adarê li navçeya Beyoglû ya Stenbolê, endamên yekîneya me avahiyeke hevkarên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi çalakiya sabotajê şewitandin.
Heman rojê endamên yekîneya me li Eyupsûltan a Stenbolê li dijî restoranteke faşîstan çalakiya sabotajê kirin. Beşekî mezin ê restorantê welê lê hat ku neyê bikaranîn.
Em ê agirê berxwedanê yê Newrozê bi çalakiyên xwe geş bikin. Bi ruhê Çiyageran em ê çalakiyên xwe yên tolhildanê li her deverê bidomînin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Alîşer Konya: 12’ê Adarê endamên me li Deriyê Mêrdînê yê Amedê li dijî nuqteya polîsên dagirker bi bombeyan çalakî kirin. Hejmara polîsên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
8’ê Adarê li kolana Mêrehmed a navçeya Sûrê ya Amedê bi bombeyan li marketeke dagirkeran hate xistin.
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî: 18’ê Adarê, endamên me li taxa Ataturk a Bagcilar a Stenbolê li dijî atolyeyeke tekstîlê ya AKP’iyeykî çalakiya sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de welê li atolyeyê hat ku neyê bikaranîn.
NAVENDA NÛÇEYAN