Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, ji bo azadiya girtiyên siyasî û ji nû ve vekirina saziyên hatine girtin, li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê mîtîngek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê saziya jinên Kurd Avesta ve hate lidarxistin û tevlîbûneke xurt çêbû. Di şexsê êrîşên li dijî HDP’ê de, êrîşên li dijî gelê Kurd û girtina saziyên Kurd hatin şermezarkirin. Qiskeran dan xuyakirin, ku destwerdana li HDP’ê tê wateya destwerdana li vîna gelê Kurd û gelê din. Destnîşan kirin, ku bi girtina televîzyon û saziyên Kurdan re hewl didin Kurdan asîmîle bikin. Qisekeran diyar kirin, ew ê li dijî êrîşên tinekirina gelekî, li ber xwe bidin.

Di çalakiyê de, li dijî dîktatoriya AKP/Qesrê ji bo têkoşîneke hevpar bang hat kirin. Çalakgeran dirûşmên “HDP ne bi tenê ye”, “Dîktator Erdogan” qîriyan. Di çalakiyê de ciwanan li ser operasyon û rewşa dawî bi sedan belavok belav kirin.

Li balafirgeha Malpensa çalakî

Kurdistaniyan li balafirgeha Malpensayê ku mezintirîn balafirgeha li bakurê Îtalyayê ye, çalakiyek lidar xistin. Bi dehan Kurdistaniyên ji bajarên Mîlano û Torîno hatin, li hundirê balafirgehê faşîzma Erdogan şermezar kirin. Çalakgeran dirûşmên “Vîva HDP”, “Kujer Erdogan”, “Faşîst Erdogan” qîriyan û belavok li rêwiyan belav kirin.

Li sê bajarên Elmanyayê çalakî

Li bajarê Walsrode yê eyaleta Nîedersachsen a Elmanyayê, bi sedan Kurdistanî meşiyan. Meşa li vê derê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate organîzekirin. Meşê saet di 16:00 de li pêşiya şaredariyê dest pê kir.

Beriya meşê dosyayek li ser siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê hatine giritn radestî Meclîsa Şaredariya Walsrodeyê hate kirin.

Tevî baranê jî bi sedan kes meşiyan û têkildarî HDP’yiyên hatine girtin pankart hatin vekirin. Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ, HDP û PYD’ê hildan.

Piştî meşê, ku bala çapemeniya herêmî ya Elman jî li ser bû, li pêşiya Şaredariya Walsrodeyê mîtîngek hate lidarxistin.

Li ser navê NAV-DEM, Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Walsrode û Civaka Êzidiyan axaftin li mîtîngê hatin kirin.

Di çalakiyê de ji bo meş û mîtînga sibe ya li Brukselê banga tevlîbûnê hate kirin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, heyetek ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîteya Piştgiriya Kurdistanê bi Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Gernot Erler re hevdîtin kir.

Heyetê li ser girtina Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên din ên HDP’ê, nêrînên xwe ji Erler re ragihand. Heyetê li ser rêveberiya dîkta ya AKP’ê, dosyayek radestî Erler kir.

Erler da xuyakirin, ku ew mijarê dişopîne û soz da ku ew ê tevlî nava parlamenterên Elman bibe, ku berî çend rojan dan xuyakirin, ku ew ê HDP’ê biparêzin.

Protestoyên li dijî êrîşên qirkirina siyasî ya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dimeşîne, li bajarê Kîel ê Elmanyayê didome.

Li bajêr ji hêla Yekîtiya Hêzên Demokratîk ji bo 14-18’ê Mijdarê konê agahdarkirinê hat danîn. Li kon ku her roj bi sedan kes diçin serdanê, belavok tên belavkirin û qirkirina li dijî gelê Kurd tê şermezarkirin, teşhîrkirin.

Aktîvîteya kon wê 18’ê Mijdarê bi mîtîngeke ku wê Parlamenterê HDP’ê Faysal Sariyildiz tevlî bibe, bi dawî bibe. 


 NAVENDA NÛÇEYAN