
'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek'
XNavenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn di çarcoveya xebatên dawiya salê panelek bi navê 'Ramanek, Romanek û Rewşenbîrek' li dar xist. Panel bi moderatoriya Mehmûd Şîrnasî û beşdariya nivîskar Serwet Denîz, Sîdar Jîr û Omer Fîdan pêk hat. Di panela ku gelek wêjehêz beşdarbûn de jiyana nivîskar Erebê Şemo û pirtûka wî ya bi navê Şivanê Kurmanca ku wek romana kurdî tê qebûlkirin, hat nîqaşkirin.
'Xewnên Cengawerekî' hat lîstin
Di roja duyemîn de jî ligel panelek bi nîşandana lîstikek şanoyê û govendê pêk hat. Lîstika şanoyê ya bi navê 'Xewnên Cengawerekî' a ku derhêneriya wî mamosteyê Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Omer Şahîn dike hat pêşandan. Bi dehan temaşevan bi bêhnvedanek lîstik temaşe kir û li ser piyan bi çepikên xwe jî kêfxweşiya xwe nîşan dan. Piştî nîşandana lîstikê kesên ku keda wan di lîstêkê de derbas bûne derketin ser dikê û ji ber elqeyê temaşavanan re spasiyên xwe pêşkêş kirin.
AMED