Hêzên Rizgariya Efrînê HRE’yê diyar kir ku wan ji bo tolhildana komkujiya Til Rifetê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anîne û di encama çalakiyan de 7 dagirker hatine kuştin.

HRE der barê çalakiyên tolhildanê de daxuyaniyek weşand.

HRE di daxuyaniya xwe de komkujiya Artêşa Tirk a dagirker û komên wê yên çete li navçeya Til Rifetê 2’ê Kanûnê pêk anîne bi bîr dixe û tîne ziman ku wan li dijî vê çalakiyên tolhildanê pêkanîne.

Li gorî vê, hêzên HRE´yê 3’ê Kanûnê li gundê Gobelê yê bajarê Efrînê li baregeheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de bataryayeke obusê hate rûxandin û leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

3’ê Kanûnê jî li derdora bajarê Ezazê 5 dagirker hatin kuçtin û gelek ji wan jî birîndar bûn.

Heman rojê li derdora bajarê Marê di çalakiyeke sekvaniyê de çeteyek hat kuştin.

Piştî çalakiyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê û Aqîbê yên Şêrawa, gundên Şewarxa, Elqamiyê û Malikiyê yên navçeya Şera û gundê Hirbil ê herêma Şehbayê bombe kirin ku qadên sivîlane.

 

NAVENDA NÛÇEYAN