Di van çalakiyan de nirxandina li ser kevneşopiya Kurdî, stran, dîlan û şanoyên derbarê folklora Kurdî de, tên organîzekirin.

Navenda Xabûr a Çand û Hunerê bi hevkariya lêkolîner û helbestvanê Kurd Salihê Heydo çalakiya xwe ya yekemîn pêr bi beşdarbûna welatiyên bajêrê Hesekê li dar xist.


‘Çanda me hebûna me ye’

Di vê çalakiyê de lêkolîner û helbestvanê Kurd Salihê Heydo derbarê kevneşopiya Kurdî û jêderên wê de axivî. Heydo destnîşan kir ku pêwîste hemû welatî kevneşopiya xwe nas bikin û biparêzin û ev tişt anîn ziman: “Çanda me hebûna me ye. Divê her welatiyekî Kurd çand û kevneşopiya xwe nas bike û biparêze. Divê em serê xwe bi kevneşopî û çanda xwe serfiraz bin.”

Heydo bal kişan ser kevneşopiya Kurdî û wiha axivî: Dagirkeran di serî de dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl da vê çandê bipişêfe û ji rastiya wê dûr bixe û Kurdan ji çanda wan cuda bike. Lê bi saya têkoşîn û berxwedana gelê Kurd li tevahî cîhanê çand, kevneşopî û folkloriya Kurdan hate parastin” Lêkolîner Heydo diyar kir ku parastina kevneşopî û çanda Kurdan bi serê xwe berxwedan û rihekî welatparêzî. Heydo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd kir ku çand û kevneşopiya xwe ji nû ve vejînin û rastiya çanda xwe bi taybet li Rojava nas bikin.


Çalakiyên berdewam bike

Piştre endamên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê stranên kevnar ên Kurdan û dîmenên şano derbarê kevneşopiya Kurdan de pêşkêş kirin.

Rêveberên Navenda Xabûr a Çand û Hunerê diyar kirin ku ew ê van çalakiyên pênasekirina kevneşopî û çanda Kurdî di seranserî meha mijdarê de bidomînin. 


 ANHA/HESEKÊ