Gerîlayên HPGê li Xakurkê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakî kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 18’ê Çile saet di 12:30’î de li dijî artêşa Tirk a dagirker a li ser Girê Şehîd Derwêş ê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî kirin. Gerîllayan giran li kozik û stargerhên dijmin xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.

Di 17’ê Çile de piştî nîvro hêzên me li dijî yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker a li herêma Xakurkê çalakiyeke sabotajê kirin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, lê hejmar nehate zelalkirin.

Êvara 15’ê Çile balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li derdora çemê Lolanê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bombardûmanê zirar negihişt hêzên gerîla.”

 

ANF/BEHDÎNAN