Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya şerê dawî yê li Kobanê de diyar kir ku êrîş û berxwedan û çalakiyên li hemberî vê, di roja 30. de dewam dikin. Hat ragihandin ku êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li eniyên rojhilat û başûr hatine têk birin û bi çalakiyên dijber derbên mezin li çeteyan hatine xistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li eniya rojhilat çeteyan duh tevahiya rojê û bi şev 3 caran êrîş kirine û hat gotin, “Şerê dijwar sîng bi sîng dewam kir û hêzên me di saetên sibehê de êrîşêk dan destpêkirin. Di hemleya li Kaniya Kurdan de 2 nuqteyên ku çete lê bi cih bûbûn hatin paqijkirin. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin li vê herêmê herî kêm 13 çete hatin kuştin. Her wiha 7 keleşnîkov, yek roketa B7 û gelek cebilxane hatine desteserkirin. Cesedên du çeteyan jî di bin kontrola hêzên me dene.”

Rewşa eniyên başûr û rojava

Li eniya başûr û rojava jî duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn û navenda çapemeniyê di vê der barê de ev agahî da: “Li eniya başûr jî çeteyan şevê din êrîşên dijwar pêk anîn. Hêzên me êrîş têk birin û çete neçar xwe vekişînin. Di şerê li vê herêmê de herî kêm 6 çete hatine kuştin.
Li eniya rojava jî hêzên me şevê din li gelek deveran çalakî pêk anîn. Di encamê de wesayitek tevî çeteyên ku têde bûn hat rûxandin. Herî kêm 4 çete hatin kuştin.
Di şerê 24 saetên dawî de 7 hevalên me bi ruhekî fedaî û vîneke mezin derbên mezin li çeteyan dan û şehîd bûn.”

Li Serêkaniyê 11 çete hatin kuştin

Li gel berxwedana YPG/YPJ’ê ya li Kobanê, operasyona li rojava û başûrrojavayê Serêkaniyê di 11’ê Cotmehê de hat destpêkirin, dewam dike. Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê da xuyakirin ku duh bi şev li nêzî Dehmayê li hemberî çeteyan çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê di vê çalakiyê de 3 wesayît tevî çeteyên tê de hatine rûxandin. Hat ragihandin ku herî kêm 11 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin.

 KOBANÊ/SERÊKANIYÊ




Bîlançoya mehekê: 1294 çete hatin kuştin


Îro roja 30. a êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê ye. Bîlançoya mehekê ya şerê li Kobanê jî gelekî giran e. Çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ku di şerê mehekê yê li Kobanê de 1294 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. 10 tank û gelek maşînên leşkerî hatine îmhakirin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin.
Kobanê ku ev sal û nîveke ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dorpêçkirin, ji 15’ê Îlonê ve di bin êrîşeke giran de ye. Çeteyên DAIŞ’ê bi çekên ji artêşên Sûriye û Iraqê bi dest xistî û bi alîkariya vekirî ya Tirkiyeyê re êrîşên xwe yên li hemberî Kobanê zêde kir. Li gorî agahiyên ku şahidên li gundên li ser sînor dayî; Ev alîkariya Tirkiyeyê bi çekên barê trenekê aşkera bûye. Di 20’ê Îlonê de ji Tirkiyeyê re bi 5 qemyonan fuze û doçka ji çeteyên DAIŞ’ê re hatin şandin. Ev alavên leşkerî li gundê Qeremox û herêma El-Bet ên Kobanê radestî çeteyên DAIŞ’ê hatin kirin. Ev piştgirî gelek caran bi belgeyan hat pişrastkirin. Çeteyên DAIŞ‘ê ku di serî de Tirkiye ji hêzên herêmê destek dîtin, li derdora Kobanê jin, zarok, extiyar bi dehan sivîl qetil kirin, bi sedan revandin. Çeteyên xwe nêzî sînorê navenda bajêr kirin, bi derbên giran ên di rojên dawî de xwarî re, gelek çeperên xwe winda kirin. Di bîlançoya mehekê de 1294 çete hatin kuştin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin.