Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê, îro, li gundê Nêribê yê Henê Dibistana Çand û Hunerê ya çaran vekir. Hevşaredar Gultan Kişanak, namzetên HDPê Îmam Taşçier û Nesrîn Şanli, Hevşaredarên Henê Abdurrahman Zorlu û Nevîn Oktay, Hevserokê DBPa Amedê Alî Şîmşek, Midûrê Giştî yê DÎSKÎ’yê Zulkuf Karatekîn, serekên daîreyan, endamên meclisa şaredariyê û welatî di vekirinê de amade bûn.

Dibistana Çand û Hunerê du tebeqe ye, tê de çar fêrgeh hene, beşek şêwirîna jinan heye, jûra lîstikê ya pêşdibistanê heye, atolyeya hunerê, saloneke pirmebestî û saloneke perwerdeya sînemayê tê de hene. Zorlu, ji ber vê dibistanê spasiya Şaredariya Bajarê Mezin kir û got, ev dibistan dê xizmeta hemû gund bike. Piştî Zorlu, Hevşaredara me Gultan Kişanak axivî û der barê Dibistana Çand û Hunerê de agahî dan.  


Kişanakê soz da

Kişanak, destpêka axaftina xwe de, mizgînî da ku bi lêgerînên DÎSKδyê bi vedana sondajê av hatiye dîtin û got, ji vir pê de êdî gundîyên Nêribê bêav namînin. Kişanak da zanîn, Şaredarî û DÎSKÎ ji bo çareserkirina pirsgirêkên xelkê bi ruhê seferberiyê dixebitin û got, ger gel û şaredarî dest bi hev dikarin her pirsgirêkê çareser bikin. Kişanak weha axivî: “Di nav 4 salên dahatê de tu pirsgirêka av, rê û kanalîzasyonê ya navçeyan namîne. Ew ê tevekan çareser bikin. Sala par şaredariya me 18 km rê bo Henê çêkir. Êdî xebatên stabîlîzekirin û qîrkirina rê hatin kirin. Em ê zêdetirê 30 km rê li Henê çêkin. Her weha em ê 2500 metrekare kevirê asêkirî li rêwbaran deynin û navçeyên xwe bikin cihên xweş ên jiyanê.”


Bişaftinê ji holê radikin

Kişanak, îşaret bi girîngiya dibistanê kir û got: “Wan xwest me ji dîroka xwe, reh û çanda xwe veqetînin. 85 salan pêleke pişaftinê li ser me gerandin, hezra car şukir ku gelê me bi edetên xwe, bi ziman û çanda xwe ev pêl şikand. Di warê zazakî de gelek kêmasiyên me hene. Ev zimanê me beşek ji çanda me ye. Heke em zimanê xwe ji bîr bikin, bi rastî jî bom e dê bibe kêmasiyeke mezin û em ê bihelin. Heta niha bi awayekî edetî mezinên me di nava malê de ev ziman parast û gihand îro. Her dîsa medreseyên me hatin girtin. Medrese reha jiyana vî gelî bûn. Gelê kurd di medreseyan de fêrî ziman, çand, dîn û dîroka xwe dibû û bi vî rengî heta îro hat. Bi saya we hemûyan, me karî vê pêla asîmîlasyonê bişikênin. Em ê vê pêla pişaftinê berevajî bikin.” 

Kişanak got, zarok wê li vê navendê fêrî ziman û çanda xwe bibin, her weha jin dê li vê navendê sûdê ji xizmetên şêwirmendiyê wergirin.


Şahiyê li Nêrîbê dewam kir

Li aliyê din, Şahiyên Taxan ku Şaredarî me pêk tîne, li Nêribê jî dewam kir. Beşên bi ser DÎSKÎ, Karên Tenduristî, Serokatiya Daîreya Karên Civakî, ji bo gundiyan hin şahî li dar xistin. Xelkê gund jî eleqe nîşanî şahiyê da. 


 AMED