Koma Çiyayê Şengalî ya Bajarokê Xanesorê beşdarî Mihrîcana Silêmanî bû.
Li Silêmanî mihrîcana huner a bi navê “Surns” dest pê kir. Koma Çiyayê Şengalî ya Bajarokê Xanesorê, beşdarî mihrîcanê bû.
Li ser navê meclisa Xanesorê, Salih Hesan got: “Ciwanên Êzîdxanê dê bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî mihrîcanê bibin. Em ê heta dawî li çand, huner û rêûresmên xwe xwedî derkevin.”
Li ser navê Çand û Hunerê Êzîdxanî Dildar Hesin jî wiha axivî:”Em gelek kêfxweş in ku em ê beşdarî mîhrîcanê bibin. Çi ji destên me bê em ê ji bo parastina çand û huner û xizmeta gelê xwe bikin. Çand û huner rûmet e.”
JINNEWS / ŞENGAL