8 dewre xilas bûn
Di Akademiyê de heta niha 8 dewreyên perwerdeyê yên teorîk û pratîkî organîze kirî ye. Akademiya Şehîd Welat li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî perwerdeyê dide. Her dewreyek mehekê didome û li ser navê tekoşerên azadiyê ku di warê çand û hunera Kurdî dixebitîn, tê vekirin.
Dewreyên zarokan
Ji 8 dewreyên hatin dayin de, 2 dewere yên zarokan bûn û yên dîtir jî yên mezinan bûn. Di dewreyên perwerdeyê de waneyên li ser çanda Kurdî, dîroka çandê, dîrok û erdingariya Kurdistanê, netewa demokratîk û her wekî din tên dayin.
Rêvebera Ekademiyê Yezda Havîn diyar kir ku piraniyan endamên ku di akademiyê de perwerde dîtin e, niha li navendên bajarên xwe rêveberên beşên cuda ne. Havîn ragihan ku hin ji endamên ku beşdarî dewreyan bûn, li gorî beşên ku wan hilbijartine hatine perwerdekirin. Yezda diyar kir ku, yê beşê şanoyê hilbijartin, niha senaryoya dinivîsine û berhemên şanoyê derdixin. Her wiha hin endam jî hilbestan dinivîsin û yên dîtir jî di warê govendên foloklorîk û psportiyên dîtir de xwe pêş xistine.
RONAHÎ XELÎL
ANHA/SERÊKANIYÊ