
Ji sedî sed bi Kurdî
Akademiya Cegerxwîn ku heta niha bi sedan şagirt gihandine û perwerde kirine di şeş beşên weke sînema, şano, govend, wêne, muzîk û wêje de xebatan dimeşîne. Dersên ku di van beşan de jî tên dayîn xwedî naverokek dewlemend in. Ji Dîroka Wêjeya Kurdî ya Nûjen û Klasîk, Gerdîşa Dengbêjiyê, Şanoya Kurdî, Bingeha Muzîka Kurdî heta bi ya cîhanê, şagirt dersan dibînin. Qeydiya li akademiyê di havînê de dest pê dike. Zimanê akademiyê jî sedî sed bi kurdî ye û ji kesên ku miracaetî akademiyê dikin jî tê xwestin ku bi zaravayên Kurdî zanibin. Di dawiya her salê de jî xebatên kolektîf ku bi xwendekaran re tên meşandin pêşkêşî gel tên kirin. Her beş li gorî naveroka beşa xwe xebatên cuda amade dike.
'Hêdî hêdî qelsî û lawazî ji holê rabûn'
Mamosteyê muzîkê li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn Şiyar Ayaz dibêje, li Kurdistanê cara yekemîn e ku xebatên akademîk bi riya Dibistana Cegerxwîn çêdibe. Ayaz, dide zanîn ku xebatên li ser çand û hunerê kurdî bi awayekî birêkûpêk nehatine meşandin, navenda wan vê dike. Ayaz, dibêje dema ku wan dest bi xebatan kiriye ne xwedî tecrubeyekê bûn û wiha dipeyive: "ji avakirinê heta niha me gelek qelsî û kêmasiyên xwe dîtin. Bi sedan sal in ku li ser ziman û hebûna Kurdan qirkirinek dihat meşandin. Ji ber vê jî tecrubeyek tune bû. Lê van salên dawiyê bi dîtina van qelsî û lawaziyan me riya rast dît û em bûn xwedî tecrubeyek." Ayaz, dide zanîn ku ew ji aliyê mamosteyan ve niha têra xwe dikin û gelek mamoste hene ku di warê çand û hunerê kurdan de bixebitin.
Li hember Modernîteya Kapîtalîst çanda alternatîf
Ayaz, îşaret pê dike ku xebatên wan li ser ceribandinanê ne û dibêje, armanca wan ne ew e ku mamoste an jî stranbêjekê/î li akademiyê bigihînin û wiha dipeyive: "armanc ne ew e ku li vir bi kesekê/î stranan bidin gotin û wek hunermendekê/î pêşkêşî gel bikin. Bi ceribaninên di her warî de bingeha xebatên me tijî dike." Ayaz, dide zanîn ku ew ji pergala heyî cûdatir xebatan dimeşînin û çandeke alternatîf diafîrînin û wiha dipeyive: "Li gel me ezmûnek hişk tune ye û peyva wê jî nayê bikaranîn. Ev çand li vir tune ye. Ezmûn xizmeta Modernîteya Kapîtalîst dike. Li gel me nirxandin heye.
DIHA/AMED