
Jinên Wanê li Navenda Çanda Jiyanê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo çanda merş û berikan pêşbikeve li kargehan merş û berik çêdikin.
Navenda Çanda Jiyanê ya Rojîn a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, kevneşopiya tevnên merş û berikan a bi sedan salan e bi huner û keda destê jinê pêş ketiye û heta îro hatiye, tên geşkirin. Li kargeha merş û berikan bi destê jinan ev çanda qedîm tên pêşxistin. Li navendê kargeha merş û berikan 25 jin dixebitin. Merşên ku li kargehê tên çêkirin ji bo nav malan, dîwar û deriyan tên bikaranîn. Yek ji mamosteya kargeriya merşan Nazan Baglan diyar kir ku bi sala ye ev çand heye, lê ji ber êdî pir kes çênake ber bi windabûyînê ve diçe.
Ji Colemergê boyax tînin
Nazan Baglan got ku boyaxên ku bikartînin bi xwe çêdikin û tû boyaxên kîmyewî bikar nayînin û wiha axivî: “Çawa berê merş bi destan dihat çêkirin û tû madeyên kîmyewî nedixistin nav, em jî li vir bi heman çand û rêbazê berdewam dikin. Ji bo ku em reng bidin benên xwe em ji Colemêrgê giya tînin û bi giyayê re dikelînin.”
‘Emê kevneşopiyê bidin berdewam kirin’
Baglan dest nîşan kir ku her kesê ku merşe çêdikin, wek demên borî de nav li ser wan merşan tê kirin û wiha pê de çû:” Demên borî dayîkên me dema merş û berik çêdikirin nav li wan dikirin. Îro jî em wekî îmze navan li wan dikin. Em naxwazin ev navên wan winda bibin. Merşên ku xilas dibin, em ji nûve çêdikin û difiroşin. Em li dezgeh û saziyan difiroşin. Ji gelek cih û warên cîhanê tên merşên me dikirin. Em ê li vir kevneşopiya dayikên xwe berdewam bikin û bidin jiyîn.”
DÎHA / WAN