Kluba Amedsporê ji bo nasnameya Kurdî veguheriye sembolekê. Lê belê fanên wê (alîgirên wê) timî dikevin

ber êrişên fizîkî û yên devjeniyê yên tîmên dijber. Lê di tûreke li Elmanyayê de ya ew pêşwazî kir piştgirî bû.

Rizgar westayî ye, bi her du anîşkên xwe, bi ser maseyê de tewiyaye; kêliyekê jî çavên xwe miç dike. Li pêşiya wî qederê 100 mêvanî hene li hola VIP ya SV Babelsberg a lli Potsdamê. ew li filmekê temaşe dikin ku tê de sehneyên şerî hene; ev jiyana rojane ya Rizgar û hevalên wî ye, ya fanên Amedsporê ye. Ev Kluba Sporê li Tirkiyeyê veguherî semboleke girîng a nasnameya Kurdan. Lê berlê berdêla wê hem giran bû û hem jî bi tehlûke.

Ji hoparloran stranên kîn û nifrînê li dijî Amedsporê tên bihîstin. Fanên tîmên dijber wê weke tîma ”Terorîstan” ya ”Xayînên Tirkiyeyê” bi nav dikin. Gefan dikin, şûşeyên camî diavêjin ser meydanê, alayên Tirkiyeyê li ba dikin. Û polîs temaşe dike yan jî dibe parçeyek ji stemkariyê. Rizgar dibêje, dewlet vê nifrînê teşwîq dike. Rizgar yek yên li pêş ên koma alîgirên Amedsporê Direniş/Berxwedanê ye: ”Hikûmet dixwaze çanda Kurdî bitepisîne. Partiyên siyasî, çapemenî û zimanê me: hemû tên krîmînalîzekirin. Lê belê Amedspor Keleheke li dijî nijadperestiyê.”

Li Tirkiyeyê, ti miletê din diyar e ku bi qasî Kurdan neçar nehatiye hiştin ku bi evqas gelek pirsgirêkan re şer bike. Ziman û çanda qederê 15 milyon Kurdî tê tepisandin. Ew timî bi PKK ya qedexekirî re weke hev tên nîşan dan. Nifrîn û kîn di futbolê de jî xwe dide der. Lê belê hin fan li dijî vê li ber xwe didin: Beriya demeke kurt Direniş/Berxwedan tûreke Elmanyayê li dûv xwe hişt tevê çalakger û parazvanên mafên mirovan. Bêhtirî 600 kesî beşdarî 6 çalakiyan bûn.

Li Rêberiya Amedsporê xistin

Amedspor a di Lîga Sêyem de, koka wê Amed e, ango paytexta dil a Kurdistanê ye. Kurd welatê xwe ku li ser çar dewletan, ji biî Tirkiyeyê, li Iraq, Sûrî û Îranê belavbûye, wiha bi nav dikin. Navê bi Kurdî yê Amedsporê ji sala 2015´an ve heye. Hingê hîna şerê bi deh salan di demeke nermbûnê de bû. Recep Tayyip Erdogan û Tevgera Azadiyê ya Kurd xwe nêzî hev dikir. Partiya HDP´ê ya çepgir Amed bi rê ve dibir. Bi vî rengî Amedsporê destekeke baştir distand – û fanên wê bi xwe bawer rêngên Kurdî kesk, sor û zer nîşan didan. Heta navê Koma Direniş a fanên wê jî ji aliyê federasyona futbolê ya dewleta Tirk ve hat qebûlkirin, beriya wê 20 caran muracaetên wan hatibûn redkirin.

Miameleya welatekî dijmin

Lê rewş xira bû, herî dawî bi hewldana darbeya eskerî ya 2016´an a li dijî Erdogan û Rewşa Awarta ye piştî vê rewş xirab kir. Li gelek bajarên mîna Amedê bi sedan şaredar û parlamenter hatin girtin û li şûna wan qeyûn hatin bicihkirin. Rizgar dibêje, jiyana rojane guherî, her wiha ji bo futbolê jî. Rêveberiya nû ya cihî desteka xwe bi temamê vekişand ji Amedsporê. Teşwîq hatin cemidandin û sponsor jî çavtirsandî kirin. Xebatkarên klûbê jî ji kar hatin derxistin.

Di lîstikên deplasmanê de hotelan ode nedan tîmê. Fan bi xwe êdî nikarin pankartên bi Kurdî nîşan bidin. Li hin meydanên futbolê, danasînerên maçê, red dikin ku navê bi Kurdî yê Amedsporê telefûz bikin. Rizgar dibêje, ”Êdî ji bo maçên me 1500 polîs tên wezîfedarkirin. Di nuqteyên kontrolê de timî alayên me desteser dikin. Carekê rêveberiya klûba me di trîbuna VIP de lêdan xwar. Miameleya welatekî dijmin bi me re dikin.”

Lêgerîna li mekanên klubê

Rewş hîna dijwartir bû, gava ku sala 2016´an artêşa Tirk bi tank û segvanên xwe êriş bire ser PKK´ê. Di şer de li bajarên Kurdan ên mîna Cizîr, Silopiya û Amedê bi sedan mirovî jiyana xwe ji dest da û di nava wan de gelek sivîl jî hebûn. Hingê, Amedsporê bal birin ser xwe, bi spora xwe û serketina xwe; ew yekane tîma lîga sêyem bû ku heta bi çaryek-fînala Kupata Tirkiyeyê çû jor. Hingê lîstikvanê wê Deniz Nakî yê ku ji Elmanyayê ye, ev serketina tîmê diyarî mexdûrên şer ên Kurd kir. Ji ber ”propagandaya îdeolojîk” 12 maçan ceza lê hat birrîn, paşê jî tevahiya jiyana wî. Nakî neçar ma ji klubê û Tirkiyeyê veqete, da ku cezayekî hepsê lê neyê birrîn.

Dewletê zexta xwe ya li dijî Kurdan zêdetir kir: bi herêmên qedexekirî, qedexeya derketina derve û girtinên kêfî. Direnişê dixwest bi dovîz, pankart û stranên xwe eşkere bibêje ku Kurd ne terorîst in. Yek ji sloganên wan ên hingê wiha bû: ”Nehêlin ku zarok bimirin, bila biçin maçan jî”. Endamê Direnişê, Vedat dibêje, piştî vê gelek fan hatin girtin: ”Polîsê (qaşo) li dijî terorê li mekanê komeleya me geriya. Ji hingê ve serdana lîstikvanên tên deplasmanê li me hat qedexekirin.”

Fan ji bo tîmên jinan pereyan dibexşînin

Di dema şer de beşên bajarê kevin ê Amedê hatin rûxandin. Bi dehhezaran mirov ji deverê koçber bûn. Hinan ji wan berê xwe da Elmanyayê weke Vedat. Lê li Elmanyayê jî divê ew diqet bikin. Destpêka sala 2018´an gule berdan erebeya Denizî Nakî, û timî gefên kuştinê li wî tên xwarin. Lê belê li Elmanyayê jî gelekî piştgiriyê didin lîstikvanên tîma futbolê ya Kurd û fanên wê; bi rêya bexşandina pereyan, pankartên stadyûman û kampanyayên îmzeyê yên li ser înternetê.

Amadekariyên tûra Direnişê li Elmanyayê qederê salekê dewam kir. Komê her wiha hevdîtin bi siyasetvan, rojnamevan û akademisyen re jî kirin. Rizgar, Vedat û hevalên wan hêzeke nû peyde kir. Di çalakiyên wan ên li Bremen, Dortmund, Leipzig, Nurnberg, Potsdam û Hamburgê wan pere ji bo tîmên xwe yên jinan û projeyên civakî berhev kirin. Vedat dibêje, ”Endamên me yîên jin di ser navîniyê re ne. Li Amedsporê sînorê di navbera klub, tîm û endaman de nerm in. Em xwe weke kluba gel dibînin.”

Ev klubeke ku hesreta wê normalbûneke bê tehlûke ye.

* Ev nûçe bi Elmanî di Deutsche Welle de hatiye weşandin.