7 ciwanên di sala 2014’an de li Îzmirê hatin gel hev, Koma Muzîkê ya Zakîr ava kirin, ev 2 sal e kom li kuçeyan distirên. Komê zêdetir mûzîkên Elewiyan dibêjin û ji xwe Zakîr” di heman demê de tê wateya zikirê.
Cemê tînin kuçeyan
Murat Kirmizioglu di komê de Kohonê bi kar tîne, diyar dike ku bi salan helbestên Elewiyên Bektaşî ji neçarî di cihên veşartî de dihatin xwendin lê niha ew li kuçeyan wan helbstan ji gel re dixwînin. Kirmizioglu der barê vê yekê de wiha peyivî: “Bi taybetî ev xebat ji hêla Elewiyan ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin, dîsa stranên Kurdî rastî bertekên nijadperestan tê. Lê kuçe qada hevpar a hemû kesan e.”
‘Muzîk cureyekî pênaseyê ye’
Santurvanê komê Umît Uçucu jî der barê Zakîrê de agahî da û aşkera kir ku tê wateya kesê li tembûrê dide û di heman demê de bi bîranîn, fêmkirin e û wiha pê de çû: “Muzîk ji bo min şêwazekî xwe pênasekirinê ye. Li kuçeyan her kes dikare bê gel hev, li kuçeyê cudahiyeke statuyê tune.”
Talha Burîş gîtarvanê komê ye, Burîş bi lêv kir ku ew li kuçeyê bi mirovan re hêstên xwe parve dikin. Burîş got ku ew ne tenê kilam û helbestên Elewiyan tînin ziman û ev tişt anî ziman: “Em li kuçeyê bi hev re hin tiştan parve dikin. Tişta ku em hîs dikin ew jî hîs dikin. Em muzîka vê axê bi hev re dihûnin û mirov jî vê yekê dibînin.”
ÎZMÎR/DÎHA