Bi armanca giringîdayîna hunera çêkirina wêneyan, her wiha ji bo nîşandana huner û çanda Hewremanî û nîşandana sûcê Enfal û komkujiya Helebce, li bajaroka Xûrmal ya Helebce pêşangeha wêneyan hat vekirin. 

Melbenda Rewşenbîrî ya Hewreman doh ji bo sê  wênesazên herêmê li salona Pirtûkxaneya Giştî ya bajaroka Xûrmal ya ser bi parêzgeha Helebce ve pêşangehek ya wênesaziyê vekir. Tê payîn ku pêşangeh heta êvarî bimîne vekirî û heman pêşangeh di rojên pêş de li bajaroka Biyare ya Helebce jî bê vekirin.

Rêveberê  Malbenda Rewşenbîrî ya Hewreman Eyûb Rûstem  têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Di pêşangehê de 30 wêne hatine nîşandan. Beşek ji van wêneyên ku di pêşangehê de tên nîşandan baldikişînin li ser xweza û çanda Hewreman  ya ku ji teknolojî û cîhana qelebalix dûr ketî. Her wiha beşek din ya wêneyan jî bal dikişînin li ser sûcê Enfalê ku li dijî Helebceyiyan pêk hatî. Ji ber ku, bi vê rêyê xelk bizanin ji bilî vê Helebce hatiye kîmyabarankirin û her wiha sûcê Enfalê jî têde pêk hatiye.”


HAWKAR MISTEFA / ROJNEWS / HELEBCE