Koma govendê ya Mala Siyaçemane yek jî komên çalakiyên Mala Siyaçemane ku malek çandî û huneriye û di sala 2008’an de  ji aliyê çend kesên rewşenbîr yên Hewremanê ve hatiye damezirandin.

Berpîrsê komê Nacih Gulpî diyar dike ku di sala 2008’an de Mala Siyaçemane hat avakirin û li vê navendê gelek komên çandî û hunerî cihê xwe digirin û wiha pê de diçe “Ev koma govendê ya ku em jî têde endamin di bin banê vê navendê de xebatên xwe dimeşîne. Ji bo em çand û hunera herêma Hewremanê biparêzin em tevlî festival û çalakiyên hunerî dibin û çanda kevnar ya hêrême bi gel didin nasandin.” Gulpî dest nîşan dike ku ev kom ji bilî giringîdayîna hemû cûrên govendên Hewramî, li gel wê jî ew hewl didin ku cil bergên kevin yên heremê biparêzin û dibêje: “Ji ber vê yekê jî dema em beşdarî çalakiyek hunerî dibin hemû cil û bergên me yên Hewremanî ne.”


Tinebûna jinan cihê rexneyê ye

Tekîldarî pirsa çima di nava komê de jin nînin jî Nacih Gulpî wiha axivî: “Gelek caran hewldanên me çêbûn ku jin jî beşdarî koma me bibin yan ji cûda komeke ava bikin. Lê mixabin ji ber wan urf û edetên li herêmê jinan nekariye beşdarî xebatek bi vî rengî bibin. Di  her çalakiyekê de rexne li me tê kirin ku çima jin beşdarî koma govendê nayên kirin û navenda wan nabin.”


Parastina çandê nayê kirin

Endamê koma govendê ya Mala Siyaçemane  Kosar Feyroz jî balê dikişîne li ser kêmbûna koman û dibêje: “Ji bo zêdetir parastina çanda Hewremanê pêwist e gelek komên din wek ya me hebin. Lê mixabin ji bilî ya me ti komeke din û desteyeke din li navçeyê nayên dîtin.”

Kosar Feyroz di berdewama axaftina xwe de ev jî anî ziman: “Her çend ku em hewl didin ku çanda kevnar a Hewremanê biparêzin jî lê mixabin hêdî hêdî kevin dibe û ciwanên me şer dikin ku cil û bergên Hewramî li ber bikin. Paraniya ciwanan bi cilên modern derdikevin. Her wiha hikûmet û aliyên peywendîdar yên rewşenbîrî jî parastina çand û hunera me nakin.” Her wiha endamek din yê komê ciwanê bi navê Ramîn Emîn jî dixwaze peyamekê bidê ciwanan û dibêje: “Payama min ji ciwanan re ew e ku nehêlin hîn bêhtir cil û berg û çanda me winda bibe. Bi liberkirina cil û bergên kevin yên Hewramî di çalakiyên hunerî de çanda me biparêzin.”


CÎHAD HEWRAMÎ - ROJNEWS/HELEBCE